Partiyên Saadet, DEVA û Paşerojê partiyeke nû ava dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Saadetê, Partiya DEVAyê û Partiya Paşerojê ji bo ku di bin navê partiyekê de kom bibin dê daxwaznameyê pêşkêşî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bikin.

Partiyên Saadet, DEVA û Paşerojê biryar da ku partiyeke nû ava bikin û her sê partî beşdarî wê partiyê bibin.

Hinek parlamenterên ku naxwazin beşdarî partiya nû bibin ji partiyên xwe îstifa kir.

Li gorî agahiyan, komîsyona ji her sê partiyan pêk hatibû biryar da ku navê partiya nû bibe “Yenî Yol” (Rêya Nû) û dê ji bo avakirina partiyê 10ê Kanûna Paşîn a 2025an an jî 13ê Kanûna Paşîn daxwaznameya avakirinê pêşkêşî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bikin.

Partiya nû dê ji aliyê 39 an 40 kesî ve bê avakirin ku dê ji her partiyê 13 kes hebin.

Kesekî ku niha ne parlamenter e dê bibe serokê partiya nû.

Ji aliyê din ve, bi avakirina partiya nû re partiyên Saadet, DEVA û Paşerojê xwe tesfiye nakin û dê bi awayê fermî wekî partî bimînin.

Piştî pêşkêşkirina daxwaznameya avakirinê, Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan û Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan dê bi civîneke medyayê ya hevbeş damezirandina partiya nû ragihînin.

Niha li Parlamentoya Tirkiyeyê 9 parlamenterên Saadetê, 12 parlamenterên DEVAyê û 9 parlamenterên Paşerojê hene.