DEM Partî dê biçe serdana CHPyê

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî CHP Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) dê pêncşemê biçe serdana Partiya Gel a Komarî (CHP).

Tê pêşbînîkirin di serdanê de li ser hilbijartinên xwecihî û egera hevkariya di wan hilbijartinan de jî gotûbêj bên kirin.

Şandeyeke CHPyê bi Serokayetiya Serokê Giştî yê wê Partiyê Ozgur Ozel 13ê Kanûna Pêşîna 2023yan çûbû serdana DEM Partiyê.

Dihat plankirin ku DEM Partî jî wekî CHPyê ziyaret bike lê ew serdan hatibû paşxistin.

Li gorî zanyariyên di medyaya Tirkiyeyê de belavbûne, DEM Partî dê wê serdana xwe ya CHPyê 11ê Kanûna Paşîna 2024an pêk bîne û hevserokên DEM Partiyê dê demjimêr 13:30î biçin serdana navenda giştî ya CHPyê.

Li gorî zanyariyan dê di serdanê de li ser stratejiya DEM Partiyê ya derbarê hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an û egera hevkariya ligel CHPyê û mercên wê hevkariyê gotûbêj bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst