Temellî derî li ber berbijêrê hevpar negirt: Piştî vê demê berbijêrê hevpar pêkan e

09-01-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan HDP Sezaî Temellî Berbijêrê Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî ragihand ji ber helwesta Maseya Şeş a ku dema diyarkirina berbijêrê serokkomariyê de HDPê li derve hiştinê, ew dê di hilbijartinên serokomariyê de berbijêrê xwe derxin. Temellî destnîşan kir ku ew dê berbijêrê xwe diyar bikin, lê belê hêzên demokratîk wê bi awayekî ku xizmetê ji pêvajoya berbijêrên hevpar re bike tevbigerin.

Sezai Temellî got “Berbijêrekî hevpar ê hêzên demokrasiyê û opozîsyonê piştî vê saetê pêkan e? Helbet dibe ku bibe, lê ev pêngava ku me avêtiye dê rênîşander be ka dê çawa be.” Temellî her çendî ragihand ku HDP dê bi berbijêrê xwe têkevin hilbijartinê jî, derî li ber berbijêrê hevpar negirt.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û di derberê rojevê û berbijêrê serokkomariyê yê HDPê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

“Lihevkirina opozîsyonê pir giring e”

Temellî diyar kir ku bi ragihandina ku ew dê bi berbijêrê xwe bikevin hilbijartinê ji opozîsyona ku wan li derveyî pêvajoyê hiştiye re bibe rênîşander û got “Helbet ev biryareke ku civaka Tirkiyeyê bi taybetî jî gelê Kurd li bendê bû. Ji ber ku HDP partiyeke ku di têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de her tim pêşeng bûye û di pirsgirêka me ya demokrasiyê de gava herî girîng beriya her tiştî lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bi opozîyoneke ku guh nade pirsgirêka Kurd û di navbera xetên siyasî yên desthilatdariya heyî de asê maye ne gengaz e ku meriv pê re rêwîtiyê bike. Lê em vê yekê jî dizanin ku opozîsyon jî li dijî hikûmetê li hev kom bibin pir girîng e. Ji ber vê yekê me di warê demokratîkbûyîn û yekitiya muxalefetê de gavek pir girîng avêt û me got em ê berbijêrê xwe eşkere bikin. Ya ku em rave dikin di rastiyê de tê wateya hevdîtina siyasetê ya bi gelên Tirkiyeyê re. Ji ber ku di vir de ya girîng ew e ku siyaseta ku me çêkiriye, hevdîtina siyaseta ya bi civakê re ye. Em ê di lêkolîna xwe ya berbijêr de vê yekê pir zelal bikin. Berbijêrekî hevpar ê hêzên demokrasiyê û opozîsyonê piştî vê saetê pêkan e? Helbet dibe ku bibe, lê ev pêngava ku me avêtiye dê rênîşander be ka dê çawa be.”

“HDPê wek depoya dengan dîtin tê wateya korbûna siyasî”

Temellî diyar kir ku tevlînekirina HDPê di pêvajoya diyarkirin berbijêr de û tenê wek depoya dengan dîtin tê wateya korbûna siyasî.

Parlamenterê HDPê Temellî di berdewamiya axavtina xwe de wiha got “

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em siyasetê hevpar bikin. Me gavek bihêz ê ku siyasetê bike hevpar avêt. Em di wê baweriyê de ne ku, ji niha û pê de, ev nîqaş dê hemû komên muxalefetê rê bidin ku pirsgirêkê ji cihê rast çareser bikin, bibe motîvasyon. Ev tevgera me bi taybetî li dijî rêbaza mêtingerî, zordestî ya desthilatdariya îro de ji bo komkirina kesên ji aştî, demokrasî û îradeya gelan a ji bo jiyana hevpar derketine holê dê bibe gaveke pir girîng. Erê berbijêr derxin: lê em dê bi awayekî ku xizmeta pêvajoya berbijêrê hevpar a hêzên demokratîk bike tevbigerin...”

“Eger biçe gera duyêm wê demê em dê binirxînin”

Temellî tekez kir ku eger berbijêrê serokomariyê yê Maseya Şeş berbijêrekî be ku bêyî şirîkatiya wan were diyarkirin, dê li şûna ku piştgiriyê bidin wî berbijêrî, ew dê bi berbijêrê xwe têkevin hilbijartinan û wiha got:

“Mebesta me li vir ev e: Li ser zemîneke muzakereyê berbijêrêk hevbeş derbixin. Eger li ser esasê vê muzakereyê berbijêrekî hevpar neyê derxistin, berbijêrê xwe destnîşan kiribin, em jî dê berbijêrê xwe destnîşan bikin. Dê bi pir berbijêran biçin hilbijartinê. Ji xwe sedema herî bingehîn a em dibêjin em dê berbijêrê xwe destnîşan bikin jî ev e. Ji bîlî me na lê eger bi me re hatibe destnîşankirin dê navê wê bibe berbijêrê hevpar, eger ji bilî me bê destnîşankirin dê bibe berbijêrê wan. Wê demê em jî dê berbijêrê xwe destnîşan bikin. Bi dîtina min pêwîst e hay ji vê cudahiyê, vê nuansê hebe. Eger bi pir berbijêran biçe hilbijartinê, ji bo ku berbijêrê me biçe gera duyem, em dê pir bixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi berbijêrekî ku derbasî gera 2yemîn bibe vî karî bikin; lê eger berbijêrê me negihîje gera duyem, di vê rewşê de helbet pêvajoya hilbijartinê ya di tûra yekem de û zemîna siyasî ya piştî wê, wê bibe sedem ku em bi sazî, tifaq û pêkhateyên xwe re pêvajoyê binirxînin û bi encama ku wê ji vê pêvajoyê derkeve, tevbigerin. Nexwe îro ne pêkan e ku bersiva vê yekê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst