HDPê daxwazeke AK Partiyê red kir

09-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – AK Partiyê daxwaz kir ku bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hevdîtineke bo gotûbêjkirina pêşniyarnameya guhertina Destûrê, lê HDPê ew daxwaz red kir.

Serokwekîlê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç têkildarî derbarê mijarên rojevê de civîneke rojnamevanî saz kir.

Saruhan Oluç diyar kir ku rêveberiya AK Partiyê ji bo pêşniyara guherandina destûra bingehîn daxwaza hevdîtinê ji wan kiriye, lê wan red kir.

Oluç got: “Rêveberên Koma AKPê ji partiya me daxwaz kirin ku roja Çarşemê bo gotubêjkirina pêşniyarnameya guhertina destûra bingehîn serdana partiya me bike. Me ev daxwaza wan di nav rêveberên partiya xwe û firaksiyona xwe de gotubêj kir û em gihiştin wê encamê; di demekê de ku dozeke tolhildanê doza daxistina HDPê bi hemû dijwariya xwe li dijî me berdewam dike em red bikin.”

Serokwekîlê Koma HDPê anî ziman: “Herî dawî bi zextên deshilatê rawestandina alîkariyên xezîneyê yê partiya xwe bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn û bi şêweyek li dijî yasayê, bi taybet jî bo ev biryar were girtin zextên Hevpeymaniya Cumhur zêdebûn e. Li ser vê bingehê me biryar da ku em pêşniyarnameya guhertina destûrê bi AKPê re gotûbêj nekin.”

Oluç herwiha ragihand ku di derbarê hîcabê de wek partî ti pirsgirêkeke wan tune ye, lê pirsgirkek ku pêwîstiya xwe bi guhertina destûrê hebe ew jî mafê hemwelatiyeke yeksan e li wî welatî bo Kurdan, Elewî û hemû baweriyên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst