HDP di doza girtinê de dê sibe parastina xwe bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin dê bi devkî parastina îdîanameya girtina HDPê bike û rêveberên HDPê jî dê li hember îdianemeyê bi devkî parastinê bikin.

Doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, dê sibê roja Sêşemê 10ê Çileya 2023an birêve biçe.

Roja Sêşemê di rûniştina dozê de Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin bi devkî parastina îdîanameya girtina HDPê dike û dê rojek bê diyarkirin ku wê rojê Bekir Şahin li dadgehê amade be. Piştî Bekir Şahin dê rêveberên HDPê jî li hember îdianemeyê bi devkî parastinê bikin.

Pêvajoya doza girtina HDPê ku ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Bilind ve li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû vekirin û 21ê Hezîrana 2021ê îdianameya wê hatibû qebûlkirin, berdewam e. Di vê di dozê de HDP dê li hember îdianameyê, parastina xwe ya destpêkê bike û piştre li hember biryara esasî ya serdozgeriyê parastina xwe amade bike.

Piştî parastina her du aliyan dê raportorê dadgehê belgeyan kom bike û biryara xwe ya derbarê esasê dozê de eşkere bike. Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bilind 5ê vê mehê biryara birrîna alîkariya xezîneyê ji bo hilbijartinan dabû û ev yek jî wek nîşaneya biryara girtina HDPê hatibû şîrovekirin.