Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro dicive

09-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya hikûmeta Tirkiyê îro Duşemê piştî nîvro demjimêr 15:00 bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive.

Yekemîn civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê ya 2023an, îro Duşemê 9ê Çileya 2023an bi serokatiya Erdogan li Enqerê tê kirin. Di rojeva kabîneyê de 7emîn Paketa Darazê, rewşa aborî, rewşa fermanberên bi girêbest û kesên ji ber temenê xwe nikarin xanenîşîn bibin heye.

Di civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê de dê rewşa aborî û tedbîrên li dijî enflasyonê û bihayên zêde bên gotûbêjkirin. Herwiha dê rewşa fermanber û welatiyên ku mafê xanenîşînbûnê bidest xistine, lê ji ber temenê wan nehatiye nikarin bibin xanenîşîn bê gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin, pêşniyara yasayî ya derbarê xanenîşînbûnê de vê hefteyê bo Parlamentoya Tirkiyê bê pêşkêşkirin. Eger yasa bê derxistin dê nêzîkî 2 milyon û 250 hezar kes xanenîşîn bibin.

Di rojeva îro ya kabîneyê de rewşa fermanberên hikûmî yên bi girêbest jî heye. Tê çaverêkirin di kabîneyê de biryar bê dayîn ku, fermanberên bi girêbest wek fermanberên daîmî bên damezrandin. Hejmara kesên bi girêbest 400 hezar kes in ku dê bibin fermanberên daîmî.

7emîn Paketa Darazê jî di civîna kabîneyê de tê gotûbêjkirin. Piştî gotûbêjên di kabîneyê de dê projeyayasa guhertina hin yasayan bo Parlamentoyê bê şandin.

Herwiha li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, “tekoşîna dijî terorê”, mijara enerjiyê û siyaseta navxwe ya Tirkiyê jî dê di rojeva kabîneyê de bin.

Erdogan dê piştî civîna kabîneyê konferansa rojnamevaniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst