Cotkarên deyndar dê li Enqerê xwepêşandanê bikin

09-01-2022
RÛDAW
Nîşan Cotkarên Deyndar Enqere Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên ji bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ku nikarin deynê krediyên xwe bidin, dê 11ê Çileya 2022an li paytext Enqerê xwepêşandanekê li dar bixin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, deynê cotkaran bo bankayan û Kooperatîfa Krediyê ya Çandiniyê gihîşte 172 milyaran ku dike nêzîkî 130 milyon dolaran. Piraniya cotkaran çend salin nikarin deynê xwe bidin.

15 Nîsanê 2021ê ji bo deynê cotkaran ê Kooperatîfa Krediyê ya Çandiniyê yasayek hat derxistin. Li gor yasayê divê cotkaran %30yê deynê xwe kaş bidana û yê din jî bi %12-18 faîzê di nav 3 salan de bidana. Lê cotkaran ji ber qeyrana aborî û bilindbûna bihayê mazot û gubreyê nikaribûn deynê xwe bidana.

11ê Çileya 2022an cotkarên ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dê li Enqerê li pêş Wezareta Daristan û Çandiniyê bicivin û ji bo deynê xwe bang li desthilatê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst