Hasip Kaplan: Bila ti Tirkek çav nebire cihê Demirtaş

09-01-2018
RÛDAW
Nîşan Hasip Kaplan Demirtaş Hevserokatî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Parlementerê berê yê HDPê qebûl nake ku hevserokekî Tirk li şûna Selahattin Demirtaş were hilbijartin.

 

Piştî ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ragihand, ku dê nebe namzedê hevserokatiyê, hilbijartina hevserokê nû, bû rojeva HDPê.

 

Parlementerê berê yê HDPê Hasip Kaplan li ser hesaba xwe ya Twitterê behsa kongreya dahatû ya HDPê kir û ragihand, ku ew qebûl nake Tirkek li şûna Demirtaş were danîn. Kaplan gotiye: “Di kongreya HDPê de bila ti Tirkek çav nebire cihê Demirtaş, pêşniyara min a jirêzê, her kes bila hedê xwe bizane!”

 

Kaplan diyar kiriye: “Li ser kongreya 11ê Sibatê ya HDPê nêrîna min a zelal ev e, li qisûrê nenêrin, hevserokatî dê Kurdek bibe, dê daxwaza gel bi cih bibe, cemawer çi bibêje ew e. Bila her kes cihê xwe zanibe, ewê rêz li îradeya gel bide qezenckirin.”

 

Hasip Kaplan herwiha dibêje, ku dema ti xelkekî tine ye ku li ser dengên Kurdan sorf bike, dema ku mijar bibe Başûr û Rojava, serokên ku ji rihê van mijaran fêm bike û vebêje pêwîst e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst