Davûtoglu: PYD, El Qaîde û Beşar Esed li ser asayişa Tirkiyê metirsî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu, ragihand ku heta niha jî rêjîma Sûriyê, hêzên çekdar ên radîkal û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser ewlehiya Tirkiyê metirsî ne. Davûtoglu li ser bûyerên vê dawiyê yên Iraqê jî, hikûmeta Iraqê bi berpirsiyar zanî.

Li gorî nûçeya AAyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu li ser rewşa Sûiye û Iraqê daxuyanî da û ragihand, her dema ku li Sûriyê opozîsyon bihêz dibe çekdarên îslamî derdikevin holê, ev jî nîşan dide ku rêjîma Sûriyê û çekdarên radîkal bi hev re kar dikin.

Ehmed Davûtoglu her wiha anî ziman ku li Sûriyê, rêjîma Beşar Esed, komên radîkal û PYD li ser ewlehiya Tirkiyê metirsî ne û diyar kir, hinek dixwazin wisa nîşan bidin ku Tirkiye piştgiriya komên radîkal ên Sûriyê dike.

Davûtoglu destnîşan kir ku ew dixwazin opozîsyona Sûriyê beşdarî civîna Cenêv2 bibe lê divê civaka navdewletî li pêşiya êrişên rêjîma Sûriyê yên li hember xelkê sivîl bigire û wiha got: “Eger tiştek bi navê civaka navdewletî hebe divê hebûna xwe li Sûriyê nîşan bide.”

Li gorî wezîrê derve yê Tirkiyê, Îran jî dikare tevlî civîna Cenvê bibe lê divê girêdayî biryarên civîna berê ya Cenêvê bibe.

Li ser rewşa Iraqê û şer û pevçûnên vê dawiyê yên li bajarên Romadî û Fellûce yên parêzgeha Enbarê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de didome, Davûtoglu bi awayekî nerasterast Bexda bi berpirsiyarê rewşa niha ya welêt zanî û diyar kir ku Tirkiyê ji wê rewşê dilgiran e lê eger hemû pêkhateyên Iraqê ji şîe û sunnî bigire heta kurd, ereb û turkmen tevlî pêvajoya siyasî ya welêt bibin komên terorîstî nikarin zemîna aloziyê peyda bikin.

Tê zanîn, Tirkiyê bi tundî li dijî avakirina rêveberiya demkî ye ya ku li Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê PYD û hinek partiyên nêzîkî wê ve tê avakirin, ji ber ku li gorî Tirkiyê PYD başek ji PKKê ye ku di lîsteya rêxistinên terorîst ên Ewropa û Amerîka de ye.

Heta niha jî rêjîma Sûriyê, Îran û Rûsiya (hevpeymanên Sûriyê) Tirkiyê bi fînansekirin û şandina komên çekdar ên radîkal bo Sûriyê tohmetbar dikin.