Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê xaleke 'yasaya terorê' betal kir

08-12-2023
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Destûra Bingehî Tirkiye Yasaya Terorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, yasaya “Tevî ku ne endamê rêxistinê ye, kesê li ser navê rêxistinê tawanê dike bi endamtiya rêxistinê tê cezakirin” betal kir.

Herwiha dadgehê ji bo guhertina yasayê 4 meh mohlet da parlamentoyê.

Dadgeha Cezayê Giran a Panosê û 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, bi hinceta ku “di dozên derbarê gumanbaran de bi hinceta ku tevî ne endamê rêxistina terorê ne li ser navê rêxistinê tawanê dikin hatine vekirin de rêkara îtirazê li dijî Destûrê ye” serî li Dadgeha Destûrê dabû û wan xwestibû ev yasa were betalkirin.

Dadgeha Destûrê îro derbarê yasayê de biryara xwe di Rojnameya Fermî de belav kir.

Dadgeha Destûrê yasa betal kir û dê biryar 4 mehên din bikeve warê cîbicîkirinê.

“Li dijî Destûrê ye û hatiye betalkirin”

Dadgeha Destûrê di biryara xwe de ragihand:

“Benda 6emîn a Xala 220an a Yasaya Cezayê ya Tirk a ku dibêje 'Kesê ku li ser navê rêxistinê tawanê bike lê ne endamê rêxistinê ye, bi sûcê endamtiya rêxistinê jî tê cezakirin. Cezayê sûcê endamtiya rêxistinê dikare nîv bi nîv bê kêmkirin. Ev xal tenê ji bo rêxistinên çekdar tê cîbicîkirin' li dijî Destûrê ye û hatiye betalkirin. Biryar bi yekdengî hatiye wergirtin.”

Dadgeha Destûrê dibêje, wateya têgeha “li ser navê rêxistinê” bi zelalî ne diyar e û ev yek bandorê li “azadiya raderbirînê” û “mafê xwepêşandanan û meşê” dike.

4 mehan dem da parlamentoyê

Dadgeha Destûrê ji Parlamentoya Tirkiyeyê daxwaz kir ku di nav 4 mehan de yasayê li gorî Destûrê biguhere.

Ev xala yasayê bi giştî di dozên siyasetmedarên Kurd û dozên 15ê Tîrmehê de dihat cîbicîkirin û gelek kes tevî ku ne "endamên rêxistinê bûn" bi endamtiya rêxistinê dihatin cezakirin. 

Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) jî bi nêrîna ku "dibe sedema mexdûriyetan û biryarên kêfî" pêştir çend caran ji Tirkiyeyê daxwaza guhertina vê yasayê kiribû.

Bi hezaran dosya hene

Piştî biryara Dadgeha Destûrê, kesên ku pêştir di çarçoveya vê yasayê de hatine cezakirin dê ji nû ve bên darizandin.

Bi vî awayî bi hezaran dosya hene û pêwîst e dadgeh hemûyan ji nû ve binirxîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst