Li Mêrsînê 5 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

08-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrsîn Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akdenîzê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê, bi hinceta “endamtiya PKKyê” 5 kes hatin desteserkirin.

Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê ragihand, “Bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê îro operasyon hat kirin.”

Di çarçoveya operasyonê de hêzên ewlehiyê yên Mêrsînê, bi hinceta ku “wan zerer daye mal û milkên hikûmî” û “beşdarî çalakiyên kolanê” bûne bi ser malên 5 kesan de girt.

Di operasyonê de 5 kes hatin desteserkirin û hêzên ewlehiyê ew ji bo karên îfadewergirtinê birin Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst