Kalin: Swêdê endamekî PKKê radestî me kir

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand ku çend roj berê Swêdê endamekî PKKê radestî wan kiriye û got, wan ji berpirsên Swêd û Finlandê re gotine, eger daxwazên Enqerê yên derbarê PKKê de neyên cîbicîhkirin, nikarin bibin endamê NATOyê.

Di bernameyekî taybet de Îbrahîm Kalin behsa peywendiyên derve yên welatê xwe kir û got, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berê biryar dabû ku 2022 bo Tirkiyê sala aştbûnê û zêdekirina welatên dost be.

Kalin got: “Mafê xelkê ye rexne bikin ku di demekê de Tirkiyê peywendî qut kiribûn, çima niha ligel Siûdiyê, Îmarat, Îsraîl û çend welatên din peywendiyên xwe organîze kirine? Lê bernameya Tirkiyê ew e dema dikeve 100 sala komarê, bi pirsgirêkên herî kêm ligel welatan û welatên herî zêde yên dost gavan biavêje.”

Daxwaza endambûna NATOyê ya Swêd û Finlandê mijareke din bû û di vê derbarê de Kalin îddîa kir ku mercê bidawîanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bo wan herdû welatan daniye û behsa mînaka radestkirina Mahmut Tat kir.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin got, “Wek mînak niha em danûstandineke taybet bi endambûna Swêd û Finlandê ya NATOyê birêve dibin. Hun hemû mijara bingehîn dizanin. Ez hefteya borî li Stockholmê bûm û me ligel berpirsên Swêd û Finlandê gotûbêj kir. Me ji wan re got heta wê dema hebûna PKKê li wê derê bi dawî nebe û heta wê dema ew rewş bi dawî nebe ku PKK şiyan û zemîna wan welatan di berjewendiya xwe de bikar tîne, nikarin bibin endamê NATOyê. Me ev bi awayekî vekirî ji wan re got. Em heta dawî li ser vê helwêsta xwe ne. Êdî wan jî dest bi gavên xwe kirin. Du sê roj berî niha PKKyiyek radest kirin. Berdewamiya wê jî tê.”

Ev di demekê de ye Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja 6ê Kanûna 2022an gotibû, Mahmut Tat ku ji aliyê Swêdê ve radestî Tirkiyê hatiye kirin, di lîsteya daxwazkirî ya Tirkiyê de nîne. Herwiha heta niha bi tevahî nehatiye piştrastkirin ka gelo Mahmut Tat endamê PKKê ye yan na.