Soylu gef li Meral Daniş Beştaş xwar: Hûn dê êvarî bibînin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li Parlamentoya Tirkiyê gef li Seroka Koma HDPê Meral Daniş Beştaş xwar û got, “Hûn ê êvarî bibinîn, hûn dê serê xwe bitewînin û derkevin.”

Parlamentoya Tirkiyê, roja Duşemê 6ê Kanûnê bi armanca gotûbêjkirina butçeya giştî ya sala 2022ê civiya. Wek her sal li parlamentoyê alozî derketin û parlamenteran bêrêzî li hember hev kirin û hevûdu tohmetbar kirin.

Piştî Komîsyona Plan û Butçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê, butçeya giştî ya sala 2022ê qebûl kir û pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê kir, roja Duşemê 6ê Kanûnê li ser hemû xalên butçeyê gotûbêjan destpê kir.

Meral Daniş Beştaş, di axaftina xwe ya li ser butçeya 2022an rexne li AK Partiyê û sîstema qeyûm û gendeliya wan kirin.

Piştî axaftina Beştaş, Soylu tiliya xwe ber bi wê ve dirêj kir û got, “Hûn dê êvarî bibinîn, hûn dê serê xwe bitewînin û derkevin.”

Beştaş, piştî gefên Soylu careke din çû ser kursiyê û bersiva wî da û got: “Em wek Partiya Demokratîk a Gelan, wek parlamenter, tevî hemû tawan, êrîş, hîle û îşkenceya we, me saniyekê jî çok dananî. Me serî netewand, em radestî we nebûn.”

Biryar e, gotûbêjên qebûlkirina li ser xalên butçeya wezaretan û dengdana li ser butçeyê 9 rojên din dewam bike.