Kargehên ard ên Tirkiyê bo Rûsyayê tên veguhestin

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya ji ber yek ji berhemhênêrên girîng ên genim e, dixwaze di vî warî de pîşesaziya xwe pêş bixe û ji bo vê yekê kargehên ard ji welatên din vediguhêzê bo welatê xwe. Li gor zanyariyan heta niha 4 kargehên ard ji Tirkiyê bo wî welatî hatine veguhestin û eger heye ev hejmar bibe 10 kargeh. 

Rûsya ku yek ji welatên girîng ên hilberîna genim e, ji bo ku pîşesaziya xwe ya di vî warî de pêş bixe kargehên ard ji welatên derve vediguhêzê wellatê we. Rûsya li şûna genimê berhem tîne hinarde bike, dixwaze wî genimî bike berhem û bi vî rengî hinarde bike. Ji bo vê yekê jî Rûsyayê ji niha ve 4 karsazên sektora ard ên Tirkiyê  bo veberhênanê birine welatê xwe. Pisporên di vî warî de amaje bi wê yekê didin ku eger heye hejmara kargehên ard ên ji Tirkiyê diçin Rûsyayê bibe 10 kargeh.

Pisporê Bazarên Navdewletî Selçuk Şagban, derbarê vê mijarê de ji medyaya Tirkiyê re axivî û amaje bi wê yekê da ku eger pîşesaziya ard a Tirkiyê berê xwe bide Rûsyayê, eger heye Tirkiye di vî warî de hêzeke mezin ji dest bide.

Şagban da zanîn ku di rewşeke wiha de hinardekirina Tirkiyê ya meqerne û ard rûbirûyê metirsiyê dibe û got:” Di nav bazarên navxwe de jî berhemanîna meqerneyê dê bikeve metirsiyê.”

Pisporê Bazarên Navdewletî hewriha tekez kir ku kargehên Tirkiyê ên li Rûsyayê dê ne tenê bo cîhanê herwiha bo Tirkiyê jî berhemên xwe hinarde bikin û got: ”Kêmbûna hilberîna genim û veguhestina pîşesaziya ard bo Rûsyayê dê ji xeynî ard û meqerne herwiha dê bandorê li sektorên din jî bike."

Selçuk Şagban derbarê hilberîna genim a Tirkiyê de jî ameje bi wê yekê da ku Tirkiye di 20 salên dawî de salane  derdora 20 milyon ton genim berhem tîne û got: "20 sal berî niha hejmara akinciyên Tirkiyê 64 milyon bû. Niha tevî koçberan hejmar bûye 90 milyon. Ji ber hilberîn zêde nabe hawirde zêde dibe. Îsal ji ber ku nirxê gubre 5 qat zêde bû, gelek berhem ligel genim bê gubre hatin çandin. Tê pêşbînîkirin eger bê û hişkesalî di sala 2022ê de berdewam be, hawirdeya genim dê 15 milyon ton derbas bike.”