RAPIRSÎ - Erdogan bibe hevrikê kîjan berbijêrî wenda dike

08-12-2021
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Tirkiye Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Avrasya, dengên Partiya Gel a Komarî (CHP) ku mezintirîn opozîsyona Tirkiyê ye bo ji sedî 30.4 zêde bûye û berovajiya wê rêjeya dengên AKPê ku desthilat e daketiye ji sedî 27.6. Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di hilbijartina Serokkomariyê de eger bibe hevrikê kîjan berbijêrî wenda dike.

Kompanya Lêkolînan a Avrasyayê encamên raprsiya xwe ya hilbijartinê ku di navbera 27ê Mijdarê û 3ê Kanûna îsal de kiriye belav kirin. Ew rapirsî li 26 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel 1260 kesan hatiye kirin. Ligor rapirsiyê dengên kesên bê biryar kêm bûne û ew deng bo partiyên opozîsyonê çûne.

Pirsên ku di rapirsiyê de hatine pirsîn û bersivên wan :

Li gor we krîza aborî heye?

Krîzeke cidî ya aborî heye: %71

Xirabbûneke demkî ya aborî heye: %15.9

Krîza aborî nîne: %1.4

Ez nizanim: %11.7

Hûn di wê baweriyê de ne ku hikûmeta niha krîza aborî bi dawî bike?

Na: %72.1

Erê: %14.3

Ti nêrîneke min nîne: %13.6

Li gor we para kîjan ji van di rewşa niha ya aborî de zêde ye?

Recep Tayyip Erdoğan: %84.2

AKP: %73.2

Tifaqa Cumhur : %70.1

Devlet Bahçeli: %70.4

MHP: %67.8

Kemal Kılıçdaroglu: %15.4

CHP: %13.23

Tifaqa Millet : %9.1

Meral Akşener: %8.1

Ên din: %13

Bi nêrîna we Serokkomar Erdogan aboriyê baş birêve dibe an xirab?

Xirab: %80.3

Baş: %12.3

Ne baş ne jî xirab: %8.5

Hûn ji rêjeya enflasyonê ku hikûmet/TUÎK belav dike bawer dikin?

Erê: %7.4

Na: %85.9

Nizanim: %6.7

Bi nêrîna we divê hilbijartina pêşwext bê kirin an na?

Erê: %67.5

Na: %22.8

Bêbiryar im: %9.7

Eger hilbijartineke pêşwext çêbibe hûn dê dengên xwe bidin kîjan partiyê? (Bêyî ku kesên bê biryar bên belav kirin)

CHP: %26.4

AKP: %24

İYİ Parti: %11.3

HDP: %9.5

MHP: %5.7

DEVA: %2.3

Partiya Pêşerojê: %2.3

Partiya Seadetê: %1.1

Yên din: %1.5

Bê biryar an deng nîne: %13

Piştî ku kesên bê biryar tên belavkirin:

CHP: %30.4

AKP: %27.6

İYİ Partî: %12.9

HDP: %11

MHP: %6.5

Partiya DEVA: %6

Partiya Pêşerojê: %2.5

Partiya Seadetê: %1.3

Yên din: %1.7

Li gor we Erdogan dê di hilbijartina bê de biserkeve yan na?

Biser dikeve: %28.5

Biser nakeve: %55.9

Nizanim: %15.6

Eger careke din bibe berbijêrê Serokkomariyê hûn dê dengên xwe bidin Erdogan?

Erê: %30.2

Na: %56

Bi berbijêrên din ve girêdayî ye: %13.8

Hûn dê dengên xwe bidin kîjan navên ku li hember Erdogan bibin berbijêr an bîmîne gera duyem a hilbijartinê?

KEMAL KILIÇDAROGLU

Ez dê deng bidim: %48.2

Deng nadim: %33.5

Bêbiryar im: %18.3

ALİ BABACAN

Ez dê deng bidim: %44.1

Deng nadim: %35.5

Bêbiryar im: %20.4

EKREM İMAMOGLU

Ez dê deng bidim: %50.6

Deng nadim: %33

Bêbiryar im: %16.4

MANSUR YAVAŞ

Ez dê deng bidim: %50.6

Deng nadim: %32

Bêbiryar im: %17.4

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst