Dijûn da Erdogan, hat girtin!

08-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterekî berê yê AK Partiyê bi tohmeta ku “dijûn dabû Erdogan” hat girtin.


Parlamenterê berê yê AK Partiyê Feyzî Îşbaşaran, ku di çarçoveya dozeke din de fermana girtina wî hebû, duh hatibû girtin.


Îşbaşaran piştî ku hatibû girtin li ser rûpela xwe ya twîtterê dijûnên tûj dabû Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyi Erdogan û jê re gotibû: “Hey dizo! Ez bi qasî serê derziyê jî ji te natirsim…”


Piştî vê yekê Erdogan bi rêya parêzerê xwe doz li Feyzî Îşbaşaran vekir.


Ji ber wê jî îfadeya wî parlamenterê berê hat girtin û derket pêşberî dadgehê û li gorî benda 299 a Qanûna Cezayê ya Tirkî (TCK) bi tohmeta ku heqaret li Erdogan kiriye, hat girtin.


Feyzî Îşbaşaran, sala 1956an li bajarê Elezîzê yê Bakurê Kurdistanê jidayîk bûye. Şêwirmendiya Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Turgut Ozal kiriye. Carekî li ser navê Partiya ANAPê û herî dawî jî li ser navê AK Partiyê bûye parlamenter. Sala 2009an piştî ku ji meclisa AK Partiyê hat derxistin, ji partiya xwe îstifa kir.


Feyzî Îşbaşaran di nav destê polîs de

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst