Endamê şanda Îmraliyê, Onder: Di pêvajoya çareseriyê de xapandin tine

08-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Şanda HDPê ya Îmraliyê bi Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan re hevdîtin pêk anî. Li ser naveroka hevdîtinê, Sirri Sureya Onder got, di pêvajoyê de xapandin tine.

 

Şanda HDPê ya ku diçe Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin dike, îro li Enqereyê li avahiya Serokwezîriyê bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re rûnişt. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle jî tevlî civînê bû.

 

Ji ber ku civîn bi awayekê sergirtî hat kirin, piştî civînê endamê şandê û Parlamenterê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureya Onder behsa naveroka wê kir û got, şanda Îmraliyê dê were berfirehkirin her wiha piştî ku em çûn Îmraliyê emê bi KCKê re jî hevdîtin bikin.

 

Onder da zanîn ku di civînê de wan li ser Encumena Çavdêriyê û Sekreteryayê gotûbêj nekirine lê ji bo wan her du mijaran hikûmetê ti astengiyek dernexistiye û ti dijberiyek nîşan nedaye.

 

Endamê şanda Îmraliyê anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de xapandin tine û wiha axivî: “Lê em jî nahêlin xapandin çêbibe ji ber ku êdî dema wê yekê bidawî hatiye ku gelên Tirkiyeyê ji aliyê hikûmetên destpot ve bên îdarekirin.”

 

Li gorî Onder, ew û hikûmet li ser pergala giştî tam berovajî hev hizir dikin, çimkî hikûmet bi çavekî ewlehî lê dinêre. Nabe bi hêceta parastina pergala giştî azadiya mirovan bê sînordarkirin.

 

Hat zanîn ku endama şanda Îmraliyê Pervîn Bûldan dê rojên 10-11ê vê mehê li Brûkselê tevlî Konferansa Kurd a ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve tê lidarxistin, bibe û peyama Ocalan a konferansê bixwîne, her wiha hinek endamên şandê jî dê herin Qendîlê û bi rayedarên KCKê re rûnên.

 

Şanda HDPê roja 29ê Mijdara îsal çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Ocalan hinek pêşniyar ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi navê “Reşnivîsa Aştî û Çareseriya Demokrtîk” dabî şandê ku ji 4 bendan pêk dihat.

 

Li gorî Ocalan, eger dewlet û PKK di dema xwe de gav bavêjin heta 4-5 mehan dê çareseriyek mezin a demokratîk çêbibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst