Aysel Tugluk dîsa hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Aysel Tugluk a par ji ber nexweşiya demansê ji girtîgehê hatibû berdan, dîsa hat desteserkirin.

Siyasetmedar Aysel Tugluk a ku înfaza wê ya 10 sal cezaya girtîgehê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat paşxistin, bi hinceta lêpirsîneke sala 2012yan îro dîsa hat desteserkirin.

Cezaya 10 sal girtîgehê ya Aysel Tuglukê ji ber sedemên tenduristiyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve salekê hatibû paşxistin.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) li ser hesabê xwe yê Xyê daxuyanî da û got:

“Aysel Tugluk bi hinceta lêpirsînek sala 2012yan ji aliyê polîsan ve li mala xwe hat desteserkirin polîsan ew bir Dadgeha Çaglayanê.

Li dijî Aysel Tugluk a ku ji ber nexweşiya biryara taloqkirina cezaya wê hat dayîn, tacîza dadî didome!”