TIRKIYE - Boykotkirina berhemên Îsraîlê berfirehtir dibe

08-11-2023
RÛDAW
TIRKIYE - Boykotkirina berhemên Îsraîlê berfirehtir dibe
TIRKIYE - Boykotkirina berhemên Îsraîlê berfirehtir dibe
Nîşan Berhemên Îsraîlê Partiya Demokrat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku şerê Hemas û Îsraîlê bi tundî berdewam dike li Tirkiyeyê boykotkirina berhem û markayên Îsraîlê bi serpereştiya saziyên hikûmî û fermî berfirehtir dibe.

Herî dawî Parlamentoya Tirkiyeyê biryara boykotkirina berhem û markayên Îsraîlê da.

Berpirsê Îdareya Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê AK Partiyê Hasan Turan got:

“Bi fermana serokê parlamentoya me, birêz Numan Kurtulmuş û bi piştgiriya me biryar hat dayîn ku ji îro û pê ve li hemû xwaringeh, kafeterya, çayxane û cihên parlamentoyê berhemên sazî û kompanyayên bi eşkere piştgiriyê didin Îsraîlê neyên firotin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek şaredariyan boykota markayên Îsraîlê ragihandine.

Di demên dawî de zanîngeh jî beşdarî kampanyaya boykotkirina markayên Îsraîlê dibin.

“Em boykot dikin”

Serokê Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê Hamdullah Şevlî anî ziman:

“Me bi awayekî baldar, firotin û bikaranîna wan berheman rawestand. Me kirîna wan jî rawestand û em boykot dikin.”

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê jî destnîşan kir ku piştî 7ê Çiriya Pêşînê bazirganiya wan a bi Îsraîlê re ji sedî 50 kêm bûye.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat got:

“Ji 7ê Çiriya Pêşînê ve bazirganiya me bi awayekî bilez kêm bûye. Ji xwe em wekî dewlet bi Îsraîlê re bazirganiyê nakin.

Asta bazirganiya me zêdetirî ji sedî 50 kêm bûye û her ku diçe kêmtir dibe.”

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) sala 2022yan Tirkiyeyê bi 6 milyar û 740 milyon dolaran berhem hinardeyî Îsraîlê kiriye û ji Îsraîlê bi 2 milyar û 170 milyon dolaran hawirde kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst