Tirkiyeyê bersiva îdiayên ‘Dê koçberên Xezeyê li Tirkiyeyê bên bicihkirin’ da

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Amerîka Koçberên Xezeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê têkildarî îdiayên ku “dê koçberên Xezeyê li Tirkiyeyê bêne bicihkirin” got “Ew îdia ne rast in”.

Serokatiya Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê ya Serokkomariyê ya Tirkiyeyê daxuyanî da.

Serokatiyê ragihand ku di hevdîtina Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amarîkayê Antony Blinken de mijareke wekî “Sivîlên Xezeyê dê li Tirkiyeyê bêne bicihkirin” nehatiye rojevê û lihevkirinek pêk nehatiye.

“Îdia ne rast in”

Di daxuyaniya navendê de hat ragihandin ku li ser hin hesabên medyaya civakî têne îdakirin ku wezîrên karên derve yên Amarîka û Tirkiyeyê di hevdîtina xwe de “Li ser valakirina Xezeyê û anîna sivîlan a Tirkiyeyê lihev kirine.”

Serokatiyê got ku îdiayên têne kirin ne rast in.

“Têkildarî derxistina koçberan ti lihevkirin nehatiye kirin”

Navenda Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Di hevdîtina Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û hevtayê wî yê Amerîkayê Antony Blinken de mijara ‘derxistina sivîlan a ji Xezeyê û bicihkirina wana li Tirkiyeyê' nehatiye rojevê.

Ji bo derxistina sivîlan a ji Xezeyê jî lihevkirinek pêk nehatiye.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Tirkiye û Amarîkayê diyar kirin ku di hevdîtinê de ‘parastina sivîlan, gihandina alîkariyên mirovî û pêşîgirtina koçberkirina mirovên li Xezeyê’ hatine axaftin.

Wekî tê îdiakirin daxuyaniyeke Bilinken a têkildarî vê mijarê jî nîne. Ji îdîayên bêbingeh bawer nekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst