Omer Bolat: Bazirganiya me bi Îsraîlê re ji sedî 50 kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand ku bazirganiya Tirkiye û Îsraîlê piştî şerê Hemas û Îsraîlê zêdetirî ji sedî 50 kêm bûye.

Omer Bolat doh li Kuwêtê di Civîna Bazirganî ya Tirkiye-Kuwêtê de axivî.

Bolat li ser pirsekê derbarê bazirganiya Tirkiye û Îsraîlê de wiha bersiv da:

“Ji ber dawaza bazirgan û mişteriyan ji 7ê Çiriya Pêşînê ve bazirganiya me bi awayekî bilez kêm bûye.”

Bolat diyar kir ku wekî dewlet bi Îsraîlê re bazirganiyê nakin û asta bazirganiya her du welatan piştî 7ê Çiriya Pêşînê zêdetirî ji ji 50 kêm bûye û her diçe kêmtir dibe.

Tevî ku Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber şerê Xezeyê rexneyên tund li Îsraîlê digre, lê bazirganiya xwe pê re berdewam dike.

Bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re dibe sedema nerazîbûnên gelek aliyan û li nav Tirkiyeyê rexne li hikûmetê tên girtin.

Li gorî amarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, sala 2021ê Tirkiyeyê bi 6 milyar û 356 milyon dolaran hinarde bo Îsraîlê kiriye û ji Îsraîlê bi 2 milyar û 47 milyon dolaran hawirde kiriye.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) jî sala 2022yan Tirkiyê bi 6 milyar û 740 milyon dolaran hinarde bo Îsraîlê kiriye û ji Îsraîlê jî bi 2 milyar û 170 milyon dolaran hawirde kiriye.

Bazirganiya Tirkiye û Îsraîlê di desthilatdariya AK Partiyê de zêdetirî ji sedî 600 zêde bûye.

Sala 2002yan asta bazirganiya her du welatan milyarek û 410 milyon dolar bû û sala 2022yan asta bazirginiyê gihişte 8 milyar 910 milyon dolaran.

Di şerê Îsraîl û Hemasê de ku 7ê Çiriya Pêşîn dest pê kir heta niha ji her du aliyan zêdeyî 10 hezar kesan canê xwe ji dest dane.