Di mehekê de 34 jin hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên “Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin”, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Çiriya Pêşîn a 2023yan 34 jin hatine kuştin.

Herwiha di 10 mehên destpêkê yên sala 2023yan de jî 275 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin amarên kuştina jinan ên Çiriya Pêşîn a 2023yan eşkere kirin.

Di meha Çiriya Pêşînê de hejmara jinên hatine kuştin li gorî heman meha sala par ji sedî 88 zêde bûye û gihiştiye 34 jinan.

Piraniya jinan ji aliyê hevjîn û xoşewîstê xwe ve hatine kuştin.

Li Stenbolê zilamekî xoşewîsta xwe û keça wê kuştin

Herî dawî jî roja 7ê Çiriya Paşîn li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê ya Tirkiyê mêrekî xoşewîsta xwe û keça wê ya 14 salî kuştin.

Li gorî zanyariyan di navbera Barbaros Tuzun ê 48 salî û xoşewîsta wî Fîlîz Çîlîngîr a 42 salî de ku xwest jê veqete nîqaş derketiye.

Barbaros Tuzun diçe mala Fîlîz Çîlîngîr û li ber deriyê wan bi demançeyê guleyan li Çilingir û keça wê Selin Akçay a 14 salî direşîne.

Dayik û keça wê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Barbaros Tuzun piştî ku Fîlîz Çîlîngîr û keça wê kuştin di nav mala wan de bi heman çekê xwe jî kuşt.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê û çûn cihê bûyerê.

Termê her sêyan ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê.