Serokwezîrê Swêdê: Swêd dê hemû sozên ku dane Tirkiyê bicih bîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna ligel Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand, Swêd ji bo ewlehiya xwe endamtiya NATOyê dixwaze, em jî dixwazin Swêdeke wiha bibînin ku piştevaniyê li nehiştina nîgeraniyên me yên ewlehiyê dike. Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson jî got: “Em dixwazin Swêd di rûbirûbûna terorê de alîkariya Tirkiyê bike. Em dê li ser mijara rûbirûbûna terorê, di dawiya vê salê de û destpêka sala bê pêngavên girîng biavêjin. Swêd dê hemû ew sozên ku bo Tirkiyê dane bicihbîne.”

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro 8ê Mijdara 2022an li Enqereya paytexta Tirkiyê civiyan.

Piştî civînê Serokwezîrê Swêdê û Serokkomarê Tirkiyê civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin.

Swêd dixwaze bibe endama NATOyê lê Tirkiyê ji bo pesendkirina endamtiya wê çend merc danîne ku ya herî diyar jî radestkirina beşek ji kesayetên li wî welatî ye ku Enqere wan bi endamên rêxistina PKK û Tevgera Gulen  tohmetbar dike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di civîna hevbeş ya çapemeniyê de ragihand ku mijara endamtiya Swêdê di NATOyê de, yek ji mijarên sereke yên wê civînê bûn û got: “ Swêd ji bo ewlehiya xwe endamtiya NATOyê dixwaze, em jî dixwazin Swêdeke wiha bibînin ku piştevaniyê li nehiştina nîgeraniyên me yên ewlehiyê dike.”

Erdogan behsa yek ji endamên Tevgera Gulen ên li Swêdê kir û  got:”Niha kesek ji rêxistina terorî ya FETOyê li Swêdê heye. Navê wî Bulent Keneş e. Radestkirina vî terorîstî bo Tirkiyê gelek girîng e. Em dixwazin Swêd di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigere.”

Serokomarê Tirkiyê ameje bi wê yekê da ku wan bendewariyên xwe yên ji Swêdê bi eşkere anîne ziman û dibêje: “Divê teqez rê li ber têkdana keşûwayê demokarasiyê yê li Swêdê ji aliyê rêxistinên terorî yên PKK/PYD/YPG, FETO û DHKP-C ve bê girtin.”

Recep Tayîp Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser rêkeftina sê alî ya di navbera Swêd, Fînlanda û Tirkiyê ku di Hezîrana îsal de li Madrîdê hatibû îmzekirin û got: “Em ji sozên hikumeta nû ya Swêdê yên derbarê bicihanîna rêkeftina sê alî kêfxweş in. Piştî ku peymana sêalî  bêyî kêmasî hat bicihanîn hêviya me ya ji dil ew e ku endamtiya Swêdê pêk bê û aliyê hevpeymanîbûnê jî li peywendiyên me zêde bibe."

Herwiha Erdogan got “Swêd ji bo ewlehiya xwe endamtiya NATOyê dixwaze, em jî dixwazin Swêdeke wiha bibînin ku piştevaniyê li nehiştina nîgeraniyên me yên ewlehiyê dike. Di rêkeftina sê alî ya ku li Madrîdê hatiye îmzekirin de jî hatiye diyarkirin ku yek ji bingehên sereke yên NATOyê di têkoşîna ligel hemû aliyên terorîzmê de,  hevkarî û hevgirtin esas e. Em ji sozên hikumeta nû ya Swêdê yên derbarê rêkeftina sê alî de kêfxweş bûn. Rakirina dorpêçên li ser pîşesaziya berevaniya me û dayîna destûrên bazirganiyê pêngavên girîng in. Me di gotûbêjên xwe yên îro yên ligel serokwezîr de, bendawariyên xwe yên derbarê pêngavên şênber  bicihanîna ew hikmên di rêkeftina sê alî de, bendewariyên xwe bi eşkere anîn ziman. Divê teqez rê li ber têkdana keşûhewayê demokrasiyê yê li Swêdê ji aliyê PKK,PYD, FETO, DHKP-C, ve bê girtin.”

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson jî ragihand, ku wan di civînê de gotûbêjek dûr û dirêj derbarê gefên ewlehiyê yên li ser herdû welatan kirine û got: “Peyama min a li vê derê eşkere ye, Swêd vê yekê fam dike, Tirkiye şereke bi xwîn li dijî rêxistina terorî ya PKKê dike û bi sedan Tirk bûne qurbaniyên vî şerî. Ez diyar dikim ku em vê fam dikin. Em dê li ser mijara rûbirûbûna terorê, di dawiya vê salê de û destpêka sala bê pêngavên girîng biavêjin.”

Kristersson herwiha got:”Em dixwazin Swêd di rûbirûbûna terorê de alîkariya Tirkiyê bike. Hikumeta min çend hefte berî niha hat hilbijartin. Erkê me jî bilindkirina hiquqê ye. Di nav vê de rûbirûbûna rêxistinên terorî  yên weke PKKê jî heye. Ev sozeke demdirêj e bo Swêdê.”

Ulf Kristersson ragihand ku welatê wî dê hemû sozên ku bo Tirkiyê dane bicibîne û got: “Swêd dê hemû ew sozên ku bo Tirkiyê dane bicihbîne. Dê hem sozên ku berî enadmtiya NATOyê dane  û hem jî sozên ku dê weke endameke NATOyê di siberojê de   bide, dê bicihbîne.  Em dê rêkeftina sê alî bi temamî bicih bînin.”

Ev civîn di demekê de ye, Swêd dixwaze bibe endama NATOyê, lê Tirkiye ku yek ji ji endamên wê yekitiyê ye, mercên xwe ji bo pesendkirina endamtiya Swêdê hene. Ji wan jî yên herî diyar weke ku Tirkiye bixwe dibêje radestkirina çend kesayetên  li Swêdê ku peywendiyên wan ligel PKK û Tevgera Gulen hene. Herwiha qûtkirina beşek ji piştevanî û alîkariya darayî ya Swêdê bo Rojavayê Kurdistanê yek ji mercên din yên Tirkiyê ye ku li pêşiya Swêdê ji bo endamtiya wî welatî di NATOyê de diyar kiriye.

Tirkiye dixwaze bi saya rêkeftina ligel Swêd, û Finlandayê yasetmedarên Kurd ên niştecihên wan herdû welatan bi hinceta endamtî yan peywendiya ligel PKK, YPG û PYDê bo wê bên radestkirin. Lê piştî îmzekirina rêkeftinê, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand ku ew teslîmî Erdogan nebûne û ti kesekî jî radest nakin, eger îspat bibe ew kes “terorîst e”.