DMME biryar da ku mafên parlamenterên HDPê hatine binpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ku sala 2016an hatibû girtin de, biryar da ku mafê wan hate binpêkirin. Tirkiyê dê ji ber binpêkirina mafê parlamenterên berê 184 hezar û 600 Euro tazmînata manevî bide.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê serlêdana hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenterên din ên HDPê de ku sala 2016an hatibûn girtin biryar da.

DMME biryar da ku bi girtina Yuksekdag û parlamenterên din mafên azadiya derbirîn, dengdan û hilbijartinê hatin binpêkirin û têkildarî vê yekê xala 18emîn a Peymana Ewropayê ya Mafên Mirovan hate binpêkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Tirkiye bi dayîna 184 hezar û 600 Euro tezmînata manevî ceza kir.

Tezmînat wiha ne:

  • Ji bo her kesî ji bilî Nursel Aydogan, Ayhan Bîlgen û Leyla Bîrlîk 16 hezar Euro.
  • Ji bo Ayhan Bîlgen 11 hezar û 600 Euro
  • Her yek ji serlêderan 1000 euro ji bo lêçûnê

Daireya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di dosyaya wekîlên din ên ku bi serlêdana Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş re tevlî bûn de, di Kanûna 2020an de tenê biryara Demîrtaş eşkere kiribû. Bi vî awayî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê der barê parlamenterên din ên HDPê yên ku piştî operasyona 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin jî biryara xwe eşkere kir.

Çi bibû

Li parlamentoya Tirkiyê bi pêşniyara AK Partiyê û piştevaniya CHPê di 20ê Gulana 2016an de ji destûra bingehîn mafê parêzbendiya parlamenteran hat rakirin.

Piştî wê biryarê di 4ê Mijdara 2016an de ji aliyê serdozgeran ve li 4 bajarên cuda, derbarê 15 parlementerên HDPê de operasyonên desteserkirinê hatin destpêkirin.

Di encama operasyonên de  Selahatin Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Balûken, Ferhat Encu, Gulser Yildirim,  Leyla Birlik, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, , Sirri Sûreya Onder, Ziya Pîr, Nursel Aydogan, Îmam Taşçier, Tugba Hezer Ozturk, Nîhat Akdogan û Faysal Sariyildiz hatin binçavkirin.

Lê paşê Ji 15 parlementerên desteserî 6 serbest hatin berdan  û derbarê 9 kesan de jî biryara girtinê derketibû.