Li Tirkiyê tundûtûjî û destdirêjiya li hemberî jinan zêde bûye

08-11-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Jin KUştin ÎHD Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxê ÎHDê ya Amedê û Pilatforma jinan a “Emê rê li ber kuştina jinê bigirin” raporên binpêrkirina mafê jin û kuştina jinan li Tirkiyê ragihandin.

 

Li gor van raporên ku hatine belavkirin di sala 2016 an de 328 jin li tevahiya Tirkiyê hatibûn kuştin û di sala 2017an de jî 15 hezar û 647 binpêkirinên mafê mirovan hatine kirin û 393 jin hatin kuştin.

 

Di nava 10 salên dawiyê de hejmara zarok û jinên ku destdirêjî li ser wan hatiye kirin, 250 hezar derbaskiriye.

 

Rapora Cotmeha 2017an a Platforma “Emê rê li ber kuştina jinê bigirin”  asta tundûtûjiya li ser jinan eşkere dike.

 

Vê pilatformê rapora xwe li gorî nûçeyên ku her rojê di derbarê kuştina jinan de derdikevin holê, amede kiriye.

 

Li gorî raporê, di cotmeha borî de 40 jin ji ber tundûtûjiya ku zilaman li wan kiriye, jiyana xwe ji dest dane û destdirêjî li 32 zarokan hatiye kirin û 25 jin jî rastî destdirêjiya zayendî hatine.

 

Li gorî van encaman, hejmara jinên ku hatine kuştin, li gorî sala derbasbûyî gelekî zêde bûye. Di raporê de hatiye bibîrxistin ku sala 2016an bi giştî 328 jin hatibûn kuştin û di sala 2017an de heta Cotmehê bi giştî 339 jin hatine kuştin.

 

Di dema rewşa awarte de, li gorî raporê,  li Tirkiyê, herî zêde jin rastî binpêkirinên mafan hatine û bi dehan jin hatine kuştin.

 

Herî zêde jî, jin li van bajaran hatine kuştin: Li Stenbolê 8, li Antalyayê 4, li her yekê ji Aydin, Edene, Dîlok, Tekirdag, Manisa û Yozgatê jî 2 jin hatine kuştin. 28 ji van jinan li mala xwe hatine kuştin û yên din jî di nava derya, newal û daristanan de hatine kuştin.

 

Şaxê IHDê yê Amedê di rapora binpêkirinên mafê mirovan a 9 mehan de ragihand: “Di nava 9 mehan de 15 hezar û 647 binpêkirin çê bûne. Ji ber rewşa awarte ya li Turkiyê hatiye ragihandin ku ne tenê bipêkirinên mafê mirovan hatine kirin bi dehan jin hatine girtin, rastî astengî û kiyarên nemirovî hatine.”

 

Li gorî lêkolîna Komeleya Psîkiyatrî ya Tirkiyeyê, li wî welatî di nava 10 salên dawî de hejmara zarok û jinên ku destdirêjî li wan hatiye kirin, 250 hezar derbas kiriye. Di vê lêkolînê de hate destnîşankirin ku di mijara destdirêjiya zayendî ya li ser zarok û jinan de, Tirkiye li cîhanê di rêza sêyemîn de ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst