Berdevka DEM Partiyê li ser silavdayîna Devlet Bahçelî axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê li ser silavdayîna Devlet Bahçelî ya li parlamenterên DEM Partiyê got, "Silavdayîn pir bi qîmet e lê ji bo şîrovekirinê hîn zû ye."

Destpêka vê mehê, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ku bi berdewamî di gotarên xwe de gefan li DEM Partiyê û parlamenterên wê dixwe û wan wekî "dûvelankên terorê" bi nav dike, dema ku Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê bi dawî hat, çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê.

Bahçelî destê xwe dabû Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û silav li wî kiribû.

Devlet Bahçelî ji bilî Bakirhan, destê xwe dirêjî Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik jî kiribû.

Ev helwesta Devlet Bahçelî çend roj in bûye rojeva Tirkiyeyê.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) Ayşegul Dogan li ser mijarê ji Medyascopê re axivî.

"Silavdayîn pir bi qîmet e"

Ayşegul Dogan helwesta Serokê MHPyê Devlet Bahçelî wiha nirxand:

"Silavdayîn, bidestêhevgirtin pir bi qîmet e ji ber ku ji xwe em vê dibêjin.

Wekî DEM Partî em dibêjen em pirsgirêkên xwe bi rêya lihevhatin, diyalog û axaftinê çareser bikin.

Eger ev xaleke despêkê ve ji bo me wateya xwe silavdayîneke normal wêdetir e.

Divê ev bê dîtin. Ji bo vê niha hîn zû ye ku meriv li ser vê yekê şîrove bike.

Lê belê eger ev tenê bidestehevgirtinek be ji xwe me jî wê silavê wergirt lê ev bidesthevgirtin ji bilî me ji bo Tirkiyeyê wateya xwe heye.

Eger ev tenê karekî ku li gorî roj, serdem û berjewendiyên hinek partiyên siyasî nehatibe plankirin wateyeke xwe heye.

Bahçelî dibêje `Piştî ku min li Serokkomar Erdogan guhdarî kir ku got ku pêwîstiya me bi yekîtî û hevgirtinê heye, divê komên di bin sîwana meclîsê de di nava aramiyê de bi hev re kar bikin min ev biryar wergirt.` Wateyeke zêde lê bar nake."