TIRKIYE- Civîna parlamentoyê ya taybet li ser 'gefên Îsraîlê' dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna girtî ya Parlamentoya Tirkiyeyê ya taybet a li ser "gefên Îsraîlê" dest pê kir.

Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser tehdîtên Îsraîlê yên li ser Tirkiyeyê de zanyariyan didin parlamenteran.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 1ê Çiriya Pêşîna 2024an di merasîma vekirina parlamentoyê ragihandibû ku piştî Filistîn û Libnanê Îsraîl dê êrişî Tirkiyeyê bike.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) li ser vê yekê daxwaz ji Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kiribû ku li parlamentoyê rûniştineke girtî û nihênî were pêkanîn û berpirsên hikumetê li ser gefên Îsraîlê zanyariyan bidin parlamentoyê.

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş çend roj berê ragihandibû ku ew civîn dê roja 8ê Çiriya Pêşîna 2024an bê kirin.

Bi destpêkirina rûniştinê Wezîrê Devre yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Yaşar Guler dê di Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de biaxivin û zanyariyan bidin parlamentoyê.

Gotarên civîna nehênî ya Parlamentoya Tirkiyeyê ya taybet li ser Îsraîlê dê 10 salan wekî nihêniyeke dewletê wera parastin û neyê belavkirin.

Her wiha nabe parlamenterên di civînê de amade bûbin naveroka wê civînê eşkere bikin.