Yerlîkaya: 4 hezar û 40 koçber hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di meheke de 200 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan û 4 hezar û 40 koçberên qaçax hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê koçberên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine girtin daxuyanî da.

Yerlîkaya diyar kir ku di kordîneya serdozgeriyên komarê û Serokatiya Daîreya Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Bazirganiya Mirovan a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê de ji aliyê fermandariyên cendirmeyên parêzgehan ve operasyon hatin kirin.

Yerlîkaya da zanîn ku hêzên ewlehiyê dest bi ser 107 wesayîtan de girtiye ku di qaçaxçîtiya koçberan de hatine bikaranîn.

Yerlîkaya her wiha eşkere kir ku di meheke de ekîbên cendirmeyan 200 organîzatorê qaçaxçîtiya koçberan û 4 hezar û 40 koçberên qaçax desteser kirine.

Ji organîzatoran 82 hatin girtin û derbarê 31 organîzatoran  biryara kontrola edlî hat dayîn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê her wiha destnîşan kir ku miemeleyên berşikên din didomin û koçberên qaçax jî radestî birêvebiriyên koçê yên parêzgehan hatine kirin.

Kar û barên dersînorkirina wan koçberan hatine destpêkirin.