2 jin bi awayekî hovane kuştin: Dê û bavê Semîh çi got?

Hewlêr (Rûdaw) – Dayîka Semîh Çelîkê ku di nîv saetekê de 2 jin kuştin got, “Xwezî ez bimira.”

Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê 4ê Çiriya Pêşîn derdora seat 16:00an Semîh Çelîkê 19 salî Îkbal Uzuner (19) û Ayşenûr Halîl (19) di nava nîv saetê de qetil kirin.

Awayê kuştina her du jinên ciwan, di nava civakê de bû sedema înfîalê.

Dayîka Semîh Çelîk li ser bûyera kuştina 2 jinan a ji aliyê kurê xwe ve axivî û her wiha bavê wî jî li ser mijarê îfade da hêzên ewlehiyê.

Dayîka Semîh Çelîk li ser bûyera biêş hestên xwe anîn ziman.

“Ez ji bo kurê xwe gelekî têkoşiyam”

Dayîka Semîh Çelîk bi girî axivî û got:

“Ez ji bo kurê xwe gelekî têkoşiyam. Min ew bir nexweşxaneyan. Dema xwest xwe bikuje min ew bir bijîşkan. Gotin tiştekî wî nîne.

Min ambulans gazî malê kir û wa got ev ne mijareke ambulansan e.

Ez qêriyam lê min nekarî kurê xwe baş bikim.”

Çi bû piştî pandemiyê dema ku ew her tim di odeya xwe de bû qewimî.

Dema min rewşa kurê xwe dît, min xwe gihand malbata Îkbalê û got, keça xwe dûr bixin, kurê min ne baş e, keça xwe winda bikin.

Wan ew ji dibistanê derxist lê têkiliya wan her berdewam bû.

Îkbalê par bi warina heban hewla xwekuştinê dabû. Piştî wê, ew ji bo demekê dûr ketin lê dîsa jî têkiliya wan qut nebû.”

Roja bûyerê çi qewimî?

Dayîka Semîh Çelîk li ser roja bûyerê jî da zanîn:

“Roja bûyerê Semîh bi rêya vîdeoyê telefonî min kir. Min got kurê min, tu çi dikî, çawa yî?

Got, dayê, ez baş im, Ayşenûr li ba min e, niha di tiwaletê de ye, şerm dike, naxwaze derkeve ser ekranê.

Em qasekî axivîn û me telefon girt. Min ti anormalî hîs nekirin. Çi bû piştî pandemiyê dema ku dest madeyên hişbir kir, bû.”

“Wî li malê wêneyên jinan xêz dikirin”

Dayîkê diyar kir ku wî her tim li odeya xwe wêne çêdikirin û got:

“Ez ti carî rastî xêzên xirab nehatim. Cara yekem bû ku min wêneyekî wiha dît.

Her tim xweza xêz dikir, carinan wêneyên jinan xêz dikirin. Wî nîşanî min didan.

Kurê min kesekî ku dizanibû bi mirovan re biaxive û gotinên vala nedikirin.

Ew zarokekî baş bû, ji xwendinê hez dikir. Dema ku dest bi qesabiyê kir hinek pere ketin berîka wî, diyar e wê demê madeyên hişbir dikirîn.

Bi pereyên ku min didan wî ne mimkûn bû ku madeyên hişbir bikire.”

“Xwezî ez bimira”

Dayîka Çelîk her wiha anî ziman:

“Ez êşeke mezin dikişînim, kurê min bi rojan di bin axê de ye lê ez dilê min bi wan keçikan dişewite, ez bêçare me.

Min nikarîbû pirsgirêka kurê xwe çareser bikim, dixwest xwe bikuje, xwezî tenê ew çûba.

Xwezî ez bimira û ew keçik nemira. Ez jî dayîk im, ma ez dixwazim serê zarokê wê biavêjin ber lingê dayîkekê?”

"Kêr ji jûra wî bûn"

Bavê Semîh Çelîk di îfadeya xwe ya li ser bûyerê de got:

“Kêrên ku Semîh di karê xwe yê qesabiyê de bi kar dianîn li jûra wî bûn.

Dema min xwest ez wan ji wir bibim hêrs bû û got, destê xwe nede wan, ew ên min in.

Ez jî zêde neçûm ser, min got dema ku ez zêde bikim dibe ku xwe bikuje.”

Bavê Çelîk di îfadeya xwe de li ser roja bûyerê jî anî ziman:

“Bi qasî hevjîna min ji min re got, hevjîna min wê rojê saet 11:00an bi kamerayê telefonî Semîh kiriye û bi wî û keçika bi navê Ayşenûr re axiviye.

Ti pirsgirêk nebûn.”

Çi bûbû?

Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê 4ê Çiriya Pêşînê derdora seat 16:00an Semîh Çelîkê 19 salî Îkbal Uzuner (19) û Ayşenûr Halîl (19) di nava nîv saetê de qetil kirin.

Ne tenê hatin kuştin, bedena yekê ji wan hat parçekirin û serê ya din hat jêkirin.

Kujer Semîh Çelîkê ku malbatan çend caran giliyê wî kiribû, nehatibû girtin.

Eşkere bûye ku wî berê bi vîdeoyekê eşkere kiriye ku dê vî karî bike û wekî ku plan kiribû jî kir.

Tirkiye ku di warê tundûtûjiya li ser jinan de di serê lîsteya welatên endam ên OECDyê de ye, di warê kuştina jinan de jî xwedî karnameyeke gelekî xirab e.

Şêweyê kuştina her du jinên ciwan, di nava civakê de bû sedema înfîalê.

Jina ciwan Îkbal Uzunera 19 salî bi awayekî tirsnak li ser bircên dîrokî yên Stenbolê hat kuştin û serê wê ji bircan hat avêtin.

Raya giştî ya Tirkiyeyê di kuştina jinan de bi awayekî nû û metirsîdar re rû bi rû ma.

Jina din a ku bi heman tirsnakiyê hatibû kuştin jî Ayşenûr Halîl bû ku ew jî di 19 saliya xwe de bû.

Li ber bircên ku Îkbal Uzuner lê hatibû kuştin xwepêşandanek hat kirin.