Rastî termê hevjîna xwe hat, hewl da xwe bikuje

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê kesekî ku li malê termê hevjîna xwe dît hewl da xwe bikuje.

Bûyerê şeva borî li Taxa Îskender Paşayê ya navçeya Fatîhê rû da.

Li gorî agahiyan, T.M. û hevjîna wî D.M. danê sibehê ketin qirika hev û T.M. ji malê derket.

Dema êvarê vegeriya malê rastî termê hevjîna xwe hat.

T.M. xwe negirt û hewl da dawiyê li jiyana xwe bîne.

Piştî îxbarê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan piştî midaxeleya pêşî T.M. veguhast nexweşxaneyê.

Tîman termê D.M.yê jî bir morgê.

Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.