Lîsteya AK Partiyê ji sedî 65 nû bû

08-10-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
AK Partiyê kongreya xwe li dar xist / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
AK Partiyê kongreya xwe li dar xist / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan AK Partî Kongre
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Di Kongreya Mezin a Derasayî ya 4emîn a AK Partiyê de, listeya partiyê ji sedî 65 hat guhertin.

Li Hola Werzişê ya Enqereyê duh Kongreya Mezin a Derasayî ya 4emîn a AK Partiyê bi rê ve çû.

Ji bo kongreyê ji 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê aligirên AK Partiyê û ji 30 welatên cuda mêvan li hola kongreyê amade bûn.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di kongreyê de axivî: 

“Îro em li vir li dora soz û peyman û wefadariya xwe civiya ne. Ev wekî remza xîret û hewla me ye. Xweda, tu di vê tekoşîna pîroz de rêya me veke.”

Erdogan tevên dengan wergirtin

Serokkomarê Tirkiyeyê  û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di kongreyê de temamiya 1399 dengên derbasdar wergirtin û ji nû ve ji bo serokatiya giştî hat hilbijartin.

Di kongreyê de lîsteya 75 kesî ya endamên Desteya Rêveber a AK Partiyê jî hat destnîşankirin.

Ji sedî 65 guhertin çêbû

Di lîsteyan de ji sedî 65  guhertin çêbû û hin siyasetmedarên wekî Bînalî Yildirim, Cuneyt Caniklî, Abdurrahman Kurt di vê kongreyê de neketin nav listeya Desteya Rêveber.

Serokê Şaredariya Geredeyê ya Boluyê Mustafa Allar got, “Ev kongreya ji bo nûbûna partiya me gelekî girîng e.

AK Partî 14ê Tebaxa 2001an bi pêşengiya Serokkomarê me hatiye damezrandin.  22 sal in em xizmeta welatê xwe dikin. Ez xwe bextewer dibînim ku di van xizmetan de cihê xwe digirim.”

Serokê Şaredariya Pazaryoluyê ya Erziromê Îbrahîm Şahîn jî got:

“Me kongreya xwe ya mezin encam da. Reîs careke din bû serokê me. Em bi kelecan in. Wekî roja ewil em dibêjin sekînin nîne meş berdewam e.” 

Alîgirên AK Partiyê jî piştgiriya xwe ji bo Erdogan dubare kir.

Alîgirê AK Partiyê Ahmet Durdî jî got, “Em ji Mereşê hatine. Em hatin guh bidin reîsê xwe, ew tekane ye, Xweda ji wî razî be, Xweda temenekî dirêj bide wî û birêz dewlet Bahçelî.”

Ji Herêma Kurdistanê jî mêvan hebûn

Di kongreyê de ji Hêrêma Kurdistanê jî mêvan li ser navê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Parêzgaran û şandeyeke Bereya Tirkmenî jî amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst