Hirçê êrişî kalemêrekî kir: Gundiyan ew kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Gundiyan hirça ku êrişî kalemêrekî 81 salî kir kuşt.

Li navçeya Savşatê ya bajarê Artvînê yê Tirkiyeyê hirçekê êrişî Mustafa Bîlenê 81 salî kir.

Bîlen dema ku li ber pezê xwe bû rastî êrişa hirçê hat.

Piştî ku gundiyan hawar hawara wî bihîst wan xwe gihand cihê bûyerê.

Hirçê piştî ku gundî hatin ji dev jî Bîlen berneda û ew birîndar kir.

Gundiyan bi çifteyê hirç kuşt û Bîlen rizgar kir.

Ambûlansê kalemêrê birîndar bir Naxweşxaneya Dewletê ya Şavşatê.

Tedawiya Bîlen a li nexweşxaneyê didome û jiyana wî ne di metirsiyê de ye.