Partiyên çep ên Tirkiyeyê pişta Hemasê girt

08-10-2023
RÛDAW
Nîşan Partiyên çep ên Tirkiyeyê Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî operasyona Hemasê ya li dijî Îsraîlê bi navê “Tofana Eqsayê” operasyonek da destpêkirin, TÎP, TKP û EMEPê bi daxuyaniyan pişta Hemasê girt.

Piştî êrişa ku baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn Qessam, li dijî Îsraîlê ji Xezeyê dest pê kir, siyasetmedar û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê daxuyanî da.

Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî piştî ku Hemasê li dijî Îsraîlê operasyona bi navê “Tofana Eqsayê” da destpêkirin daxuyanî da.

TÎPê di daxuyaniya xwe ya li ser Xyê de got:

“Em bi gelê Filistînê û mafê wî yê xweparastinê re ne. Em dizanin aliyê ku şer li şûna aştiyê tercîh dike sîyonîst in.

Li aliyê din em di şert û mercên şer de î armancgirtina sivîlan, şkence û dîlgirtina zarokan qebûl nakin.”

Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) jî di daxuyaniya xwe ya li ser şerê Îsraîl û Filistînê de piştgirî da Hemasê.

TKPyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî Xyê de anî ziman:

“Heta ku Îsraîl bi temamî dest ji dagirkerî û êrişkeriyê bernede çalakiyên gelê Filistînê rewa ne.

Bêyî avabûna dewleta Filistînê aştî pêk nayê. Em bi gelê Filistînê re ne.”

Seroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkanê jî bêyî navê Hemasê bibêje pişta wê girt û got:

“Siyonîzma Îsraîlî bi salan e ku bi tundî bersiva mafên herî rewa yên gelê Filistînê dide û meseleya Filistîn û Îsraîl bûye bingehek ji bo ku emperyalîstan û hevkarên wan ku bibin hêzeke siyasî li herêmê.”

Li aliyê din Partiya Çep jî di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de anî ziman:

“Îro berpirsê sereke yê şerê ku ji malên Filistîniyan ên dagirkirî dest pê kir û li ser axa Îsraîlê belav bû dîsa siyonîzm û piştgirê wê emperyalîzma Amerîkayê ye.

Ji bo ku gelên her du welatan careke din nebin armanc, divê dewleta korsan a Îsraîl têk biçe û emperyalîzm û berhema wê ya sîyonîzmê ji herêma me bê derxistin.

Ji bo ku aştî li herêmê pêk were, divê Îsraîl ji axa Filistînê ya dagirkirî derkeve û li ser esasê îradeya gelê Filistînê ya serxwebûnê bisekine.”

Baskê çekdarî yê rêxistina Hemasê doh bi navê “Tofana Eqsayê” êrişî komelgeh û gundên Îsraîlê yên nêzîkî sînorê Xezeyê kir.

Piştî êrişa Hemasê Îsraîlê jî dest bi bombebarankirin Hemasê kir ku heta niha jî şer berdewam e.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû ku ew “di şer de ne”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst