Banka Pêşketinê ya Ewropa: Polîtîkayên Tirkiyê yên faîzê bo veberhênanê ne guncaw in

08-10-2022
RÛDAW
Nîşan Ewropa Tirkiye Faiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Bankeya Pêşketin û Îmarê ya Ewropayê (EBRD) Odile Renaud-Basso ragihand ku di hevdîtina xwe ya ligel rayedarên Tirkiyê de derbarê polîtîkayên AKPê yên daxistina faîzê de nîgeraniya xwe anîye ziman.

Li gor agahiyan Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nureddin Nebati, Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Şahap Kavcioglu û Serokê Bankeya Pêşketin û Îmarê ya Ewropayê Odile Renaud-Basso li Stenbolê civiyane.

Piştî hevdîtinê Odile Renaud-Basso ragihand ku wî di civînê de polîtîkayên hikûmeta Tirkiyê yên faîzê rexne kirine û dibêje, “Min got ev polîtîka rêjeya enflasyonê bilind dike û di mijara veberhênaneke demdirêj de nîgeraniya xwe anî ziman. Lê rayedarên Tirkiyê bawer dikin ku ev polîtîkaya herî baş e.”

Li gor Reutersê Renaud-Basso derbarê polîtîkaya faîzê ya Banka Navendî ya Tirkiyê de gotiye: “Ev stratejiyeke dijber e. Ez nizanim dê baş be yan xirab. Lê di rawestandina enflasyonê û avakirina rewşeke aram û ewle de hinek zehmetiyan çêdike.”

Banka Navendî ya Tirkiyê di 21ê Cotmeha 2021an de rêjeya faîzê kêm kiribû û %18 daxistibû bo ji %16an û 18ê Mijdarê jî %16an daxistibû bo %15an.

Banka Navendî ya Tirkiyê 16ê Kanûna 2021 faîza bankê %15 bo %14 kêm kir, di civîna Çileya 2022ê bo heft caran li ser hev faîza bankê di rêjeya %14an de da rawestandin.18ê Tebaxa îsal rêjeya faîzê %14an bo %13an daxistibû û herî dawî 22ê Îlona 2022ê ev rêje bo %12 careke din hatibû daxistin.

Ligel daxistina rêjeya faîzê rêjeya enflasyonê ya Tirkiyê jî zêde dibe û nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî dadikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst