Di medyaya Tirkkiyê de egera êrişa rojhilatê Feratê

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameyên Tirkiyê manşêtên xwe yên sereke bo amadekariyên encamdana operasyona serbazî li Sûriyê û helwesta Serokê Amerîka Donald Trump terxan kirine.

Rojnameyên Tirkiyê şîroveyên cuda di derbarê operasyona Tirkiyê de pêşkêş dikin. Hinek rojname bi dilgermî piştevaniya operasyonê dikin, lê hinek jî bi hişyarî nêzîkî vê mijarê dibin.

Amadekariyên Tirkiyê bo encamdana operasyona serbazî li Sûriyê û helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku ji aliyekî ve glopa kesk bo Tirkiyê pêdixe û ji aliyekî din ve gefan li Tirkiyê dixwe, manşêtên beşa herî zor a rojnameyên Tirkiyê bûn.

“Çima ev gefa bêrêz, kengî bersiv tê dayin?” Ev manşêta rojnameya Sozcu ya Tirkî ye ku amaje bi peyama doh a Donald Trump, serokê amerîka dide.

Rojname dibêje gotinên Serokê Amerîkayê hev nagirin û nivîsandiye, Trump ji aliyekî ve bo encamdana operasyona serbazî li Sûriyê glopa kesk pêdixe û ji aliyekî din ve dibêje, "ez ê aboriya Tirkiyê wêran bikim", bi vê yekê jî bêrêzî kiriye, Hevpeymanî wiha dibe?

“Em bo aştiyê diçin” Ev manşêta rojnameya Tirkiye ye. Rojnameyê nivîsandiye, tilî li dugmeyê hatiye danîn bo operasyona "Kaniya Aştiyê" ku 3 milyon Sûrî vedigerîne welatên wan.

Rojnameyê amaje bi wê yekê daye, piştî ku Tirkiyê ji bo dirustkirina navçeya aram li bakurê Sûriyê ligel Amerîka negihaye rêkeftinê, Tirkiye biryar daye ku bi destê xwe navika xwe bibire. Serbazên Amerîka li rojhilatê Feratê 2 xalên xwe vala kirine, YPGê jî ku pişta xwe bi Amerîka girêdabû rastî dilgiraniyê hatiye û ew xendeqên ku kola bûn bicî hiştin û reviya.

“Di nav çiravê de tik û tenê” Ev jî manşêta rojnameya Cumhuriyet e. Rojname dibêje, Trump li Rojhilatê Feratê rûbereke sînordar vekiriye. Tirkiye li wê meydana ku hêzên navdewletî kirine dojeh, Tirkiyê tik û tenê dibe.

Rojnameyê nivîsandiye, danûstandinên navçeya aram li bakurê Sûriyê piştî pêwendiya telefonî ya Trump û Erdogan çûne qonaxeke nû. Tê çaverêkirin piştî vekişîna Amerîkayê bi temamî ji navçeyêm yekîneyên serbazî yên Tirkiyê dest bi operasyonê bikin, lê nayê zanîn bi çi kûrahiyê diçe hindurê wî welatî. Desthilata behsa yekparçeyiya xaka Sûriyê dike, CHP jî dibêje rêkeftineke nehênî hatiye kirin û ew riya ku hêzên Imperyalî pêşinyar dikin, ne rê ye, take rê deyaloga ligel ŞAmê ye.

Egera encamdana operasyona yekalî ya Tirkiyê li rojhilatê Feratê, karvedanên cuda li navxweyê wî welatî û li ser asta navdewletî jî li pey xwe anîne. Hîn ne diyar e operasyon dê çawa be û dê kengî destpê bike.