Temellî: Eger ne ji bo dagîrkirinê ye ev amadekarî çine?

08-10-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HDP Sezaî Temellî Rojavayê Kurdistanê Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê egera êrîşa Tirkiyê bo ser ‎rojhilatê Firat û Rojavayê Kurdistanê de rexne li desthilata welatê xwe girt û got: “Eger niyeta we ya dagîrkirinê nîne ev amadekarî çine?” ‎

Sezaî Temellî ‎di civîna grûpa partiya xwe de li ‎Parlamentoya Tirkiyê axivî û bal kişande ser amadekariyên Tirkiyê bo operasyoneke leşkerî ya li dijî ‎rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê. ‎

Temellî got: “Tenê sedemeke vî şerî heye, dixwazin temenê desthilata xwe dirêj bikin. Em dixwazin ev ‎hewldana şer ku di qada navdewletî de nayê qebûlkirin, ev operasyona dagîrkirinê were rawestandin. ‎Eger niyeta we ya dagîrkirinê nîne, ku em niyeta we baş dizanin, ev amadekarî çine? Em niyeta we ji Efrînê ‎dizanin. Niyeta we ya dagîrkirinê nîne; hûn qeymeqam bo Efrînê dideynin, kolejan vedikin! Niha plan ‎dikin heman tiştî li bakur û rojhilatê Sûriyê jî bikin.”‎

Hevserokê HDPê da zanîn ku li gor Peymana Cinêvê, veguhstina xelkê ji cihekî bo cihekî din û ‎bêparkirina xelkê ji cihê wan tawanê şer e û got: “Dibêjin em dê vê herêmê paqij bikin û 3 milyon ‎Sûriyan veguhêzin wê derê. Hem dê kemereke Selefî çêbikin û hem jî dê derfeta kar bo karsazên ‎xwe yên îflaskirî bixulqînin.”‎

Tirkiyê ragihandiye, ku dê di demeke nêzîk de êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê bike. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezareta Berevaniyê ya wî welatî duh ragihandin, ku amadekariyên wan bo encamdana operasyonê bi dawî bûne û ew dê di demeke pêş a nêzîk de operasyona xwe dest pê bikin.

Koşka Spî jî duh serê sibê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Tirkiye dê di demeke nêz de operasyoneke leşkerî bo ser herêma bakurê rojhilatê Sûriyê pêk bîne û diyar kir, ku Amerîka nabe beşek ji vê êrîşê, lê li pêşiya vê operasyonê nabe asteng jî.

Piştre Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Pentagonê aşkere kir, ku ew bi ti awayî piştgirî nadin operasyona Tirkiyê ya li Sûriyê û diyar kir, ku wan Tirkiyê ji pêngaveke yekalî ya bi vî awayî hişyar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst