Girtina masiyan dest pê kir: 'Em tenê dikarin çavê xwe pê têr bikin'

3 demjimêr berê
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Girtina Masiyan Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeya ku sê aliyên wê bi behrê dorpêçkirî ye piştî qedexeya 4 meh û nîvan, heyama nû ya nêçîra masiyan 1ê Îlonê dest pê kir.

Di destpêka sezona masiyan de masîgir herî zêde palamûd û sardalye digirin.

Li bazara masîfiroşên Stenbolê herî zêde palamûd tê firotin.

Lê welatiyên ku li bazarê çav bi bihayê palamûdê dikevin şaş dimînin, lewra kîlo yan heba palamûdeke ji 100-125 lîreyê Tirkî dest pê dike.

"Em tenê dikarin çavê xwe pê têr bikin"

Şêniya Stenbolê Pakîze Gogerê got, "Em tenê dikarin tehm bikin û çavê xwe pê têr bikin. Lewra masî biha ye.

Ez li Mêrsînê keça masîgir im, li wê derê ewqas biha nîne lê li Stenbolê masî pir giran in.”

"Dibêjin enflasyon tim dadikeve lê ev yek rast nîne"

Welatî Karaca Bogar wiha anî ziman, "Min dê masî bistanda lê piştî ez çav bi bihayê masiyan ketim min fikra xwe guherand.

Dibêjin enflasyon tim dadikeve lê ev yek rast nîne. Ka lê binêrin, heba palamûdeke 125 lîre ye.

Qaşo sê aliyê me bi deryayê dorpêç kiriye lê em xistin kîjan halî."

Welatiyê bi navê Dogu wiha axivî, "Niha ji ber ku heyama masiyan nû dest pê kiriye, hinekî biha ne.

Lê di rojên pêş de dê heta 60-70 lîreyî dakevin."

Masîfiroş bi hêvî ne ku dê îsal masî bi ber û bereket be û di rojên bê de bihayê masiyan erzantir bibe.

Masîfiroş didin zanîn ku mesrefên wan jî her diçe zêde dibin lê dîsa jî masî erzan in.

"Xelkê dê îsal bi dilê xwe masiyan bixwe"

Masîfiroş Bulent Çakicigot, "Niha masî erzan e.

Xelkê me dê îsal bi dilê xwe masiyan bixwe. Jixwe kesek dikare bi masiyekî têr bixwe."

Xwediyê xwaringeha masiyan ê bi navê Guven wiha anî ziman,

"Li gorî salên berê masî erzan e. Herî zêde jî palamûd tê girtin.

Li restauranta me jî mişterî herî zêde jî palamûd dixwin."

Masîfiroş Omer Satici jî got, "Bihayê her tiştî her roj zêde dibe.

Her kes zem dike. Xwedê dawiya me bi xêr bike. Mesrefên me jî giran dibin.”

Li gorî lêkolînan, li Ewropayê serê mirovê salawext derdora 23-24 kîlo masî dixwe lê li Tirkiyeyê ev yek dadikeve heta 6-8 kîloyan.

Xelk dide zanîn ku êdî xwarina masiyan jî dibe lukseke û krîza aboriyê bandoreke xirab dide ser jiyana wan û dibe sedem ku ew nikaribin bi awayekî rihet û tendurist xwe bigihînin goşt û xurekên sereke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst