Berê şûrên kişandî yên leşkeran çawa vegeriya Kurdî?

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdî wekî car û car zemanan dîsa bûye xala xwexelasker a siyaseta navbera partiyên Tirkiyeyê.

Hinek leşkeran li Enqereyê di merasîma derçûnê ya ji akademiya leşkerî de şûrên xwe kişandin û wan got, “Em leşkerên Mistefa Kemal in.”

Ev dîmen 10 roj in di siyaseta Tirkiyeyê de bûne rojeveke germ.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî bêdengiyeke ji hefteyekê zêdetir got ku ew leşker dê ji artêşê werin dûrxistin.

“Hûn van şûran li kê dikişînin?”

Erdogan bertekeke tund nîşanî wan leşkeran da û got:

“Hûn van şûran li kê dikişînin. Niha derbarê van hemû lêkolîn tên kirin.

Çend kesên li wê derê ku nizanin çi dikin, bi destûra Xwedê ji wê derê tên paqijkirin.

Em bi carekê negihiştin vê derê. Dibe ku ev 30 kes an 50 kes bin, ne girîng e bê ka kî ne?

Ne pêkan e ev di nav artêşa me de bimînin. Em dê wan paqij bikin.”

“Milet vê yekê ji bîr nake û efû nake”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê Xê rexne li Erdogan girtin û got:

“Gelekî watedar e ku 8 rojan bisekinî, bifikirî û piştre vê bertekê nîşan bidî.

Ez bikaranîna mezûniyeta leşkerên nû ya ji bo hesabên siyasî şermezar dikim.

Hûn nikarin paşeroja ciwanan fedaî têkçûna xwe ya siyasî bikin.

Ev ne exlaqî û ne jî wicdanî ye. Ev pêngava siyasî ye lê ne di cih de ye û ne dadmend e.

Milet vê yekê ji bîr nake û efû nake, dev jê berdin.”

Sonda bi Kurdî

Parêzer Bermal Yildenîzê piştî ku staja xwe xelas kir sonda xwe ya yasayî berê bi Kurdî, paşê bi Tirkî xwaribû û dest bi karê xwe kiribû.

Ev vîdeoyê di demeke kurt de li ser torên civakî bû rojev û nijadperastên Tirk Bermal Yildenîz û Baroya Amedê kirin hedef.

Bêtemuliya li hemberî Kurdî ye

Baroya Amedê destnîşan kir ku ev helwest bêhemeluya li hemberî Kurdiyê nîşan dide û got:

“Van êrişan bêtemuliya li hemberî zimanê Kurdî careke din nîşan daye.”

Berê şûrên kişandî vegeriya Kurdî

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag jî rexne li Erdogan girtin lê wî berê wan şûrên kişandî da Kurdî.

Umit Ozdag got ku divê Erdogan ne ji tevgera leşkeran, ji sonda Kurdî aciz bibe û got:

“Ma li Diyarbekirê dewleteke cuda hatiye damezirandin? Li Diyarbekirê zimanekî din ê fermî hatiye qebûlkirin?”

Şûrên leşkeran

Îsal yekemînên her sê kolêjên şer ên deryayî, asmanî û bejahî yên Tirkiyeyê jin bûn.

Îsal sonda leşkeran ji bernameyê hat derxistin û Erdogan jî beşdarî bernameyê bû.

Piştî bidawîbûna bernameya fermî û Erdogan ji cihê bernameyê veqetiya.

Ji 960 leşkerî nêzîkî nîvê wan şûrên xwe yên girêdayî kişandin û ji cihê rêûresmê derketin.

Wan xelekek çêkir û dirûşma “Em leşkerên Mistefa Kemal in” bilind kir.

Wezareta Parastinê ya derbarê bûyerê lêkolîn da destpêkirin.