SGKyê eşkere kir: Sala 2023yan çend karkeran canê xwe ji dest da?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan SGK Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – SGKyê ragihand ku sala 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 972 karkeran canê xwe ji dest daye.

Saziya Ewlehiya Civakî ya Tirkiyeyê (SGK) rapora xwe ya sala 2023yan a bûyerên li ser kar û nexweşiyên pîşeyî eşkere kir.

Li gorî amaran sala 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 972 karkeran canê xwe ji dest daye ku sala 2022yan hezar û 520 karkeran canê xwe ji dest dabû.

Car yekem e amarên SGKyê yên mirina karkeran ji amarên Encûmena Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) zêdetir hatin eşkerekirin.

ISIGê hefteya borî ragihandibû ku sala 2023yan hezar û 932 karkeran canê xwe ji dest daye.

Li gorî amarên SGKyê herî zêde bi 558 kesan di sektora avahîsaziyê de karkeran canê xwe ji dest daye.

Her wiha sala 2023yan li gorî sala 2022yan bûyerên kar ji sedî 15 zêde bûne û 681 hezar û 401 bûyerên li ser kar qewimîne ku sala 2022yan 589 hezar û 276 bûyerên li ser kar qewimîbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst