Li Stenbolê 2 grûp bi çekan bi hev ketin: Mirî û birîndar hene!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pendîkê ya Stenbolê di navbera 2 grûpan de pevçûna bi çekan derket û di encamê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Destê sibehê li navçeya Pendîkê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê di navbera 2 grûpan de nîqaş derket.

Piştî demekê nîqaş veguherî pevçûna çekdarî û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li ser cadeya Emîr Sultanê ya taxa Harmandereyê qewimî.

Her du grûpan bi çekan gule li hev reşandin û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê polîs çûn cihê bûyerê.

Piştî midaxeleya li cihê bûyerê, tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê.

Li nexweşxaneyê birîndarekî canê xwe ji dest da.

Heta niha nasnameya kesê ku canê xwe ji dest daye nehatiye diyarkirin.

Hat ragihandin ku piştî lêkolînên li cihê bûyerê polîs hewl didin kesên tevî pevçûnê bûne desteser bikin.

Sedema pevçûna çekdarî ya di navbera her du grûpan de nayê zanîn.