Hatay: 215 rojan piştî erdhejê cenazeyê kesekî di bin kavilan de hat dîtin

08-09-2023
RÛDAW
Nîşan Hatay Erdhej Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakyayê ya Hatayê 215 rojan piştî erdhejê di dema xebatên rakirina kavilên avahiyekê de cenazeyek hat dîtin.

Li gorî zanyariyan li ser cadeya Ataturk a girêdayî navçeya Antakyayê di dema rakirina kavilên yek ji avahiyên ku du erdhejên 6ê Sibatê de hilweşiyabû piştî 215 rojan termê kesekê hatiye dîtin.

Nayê zanîn ku ew term yê kê ye û ji aliyê tîman ve ji bo lêkolînan birin Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Hatayê.

Di erdhejên 6ê Sibatê de zêdeyî 50 hezar kesan li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dabû.

Zererên canî herî zêde li Hatayê bûn û Şaredarê Hatayê Lutfu Savaş piştî erdhejê ragihandibû ku 20 hezar kesan tenê li Hatayê canê xwe ji dest daye.

Piştî erdhejê bi sedan kes jî winda û bêserûşûn in û malbat û kesûkarên wan termên wan nedîtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst