Li Edîrneyê 48 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edîrneyê ya Tirkiyeyê, 48 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan hêzên ewlehiyê, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina qaçaxçitiya koçberan li ser sînorê Tirkiye û Yunanistanê operasyonek kir.

Di operasyonê de li ser sînor 48 koçberên ku welatiyên Îran, Sûriye, Pakistan, Lîbya, Somalî û Senegalê bûn hatin desteserkirin.

Koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Edirneyê hatin kirin.