Yoneylem: Berbijêrê serokkomariyê yê opozisyonê gelekî li pêş ê desthilatê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyeke Kompanya Yoneylem a Lêkolîn û Rapirsiyê, AKP û CHP bi cudahiyeke kêm di hevrikiyê de ne û bo postê serokkomarê Tirkiyê jî, berbijêrê opozisyonê li pêş e.

Kompanya Yoneylem encamên rapirsiya xwe ya dawî belav kirin ku di rojên 25ê Tebaxa 2022ê heta 1ê Îlona 2022ê de kiriye.

Yoneylem dipirse: Eger vê Yekşembê hilbijartin bê kirin deng didî kîjan partî û berbijêrê postê serokkomar? Piştî ku dengên bê biryar bi ser partiyan de tên dabeşkirin, encamp wiha ye:

CHP: %29.7

AKP: 29.5

Îyî Partî: %13.5

HDP: %9.4

MHP: %6.4

Partiya Zafer: %3.4

Partiya Yeniden Refah: %2

DEVA: %1.7

Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP): %1.6

Seadet: %0.8

Partiya Pêşerojê: %0.3

Yên Din: %1.7

Herwiha di rapirsiyê de bo hilbijartina serokkomarê çar bijar de hatine danîn, berbijêrê desthilatê, berbijêrê opozisyonê, bê biryar û deng nadim. Encama hilbijartina serokkomar wiha bûye:

Berbijêrê opozisyonê: %55.6

Berbijêrê desthilatê (Erdogan): %33.3

Bê biryar: %6.7

Deng nadim: %4.4

Ev di demekê de ye heta niha opozisyonê berbijêrek bo postê serokkomar destnîşan nekiriye. Bo vê mebestê beşeke rapirsiyê taybet e bi wêya ka gelo kîjan kesayetî bo berbijêrê opozisyonê guncaw e, encama rapirsiyê wiha ye:

Mansur Yavaş: %59.3

Ekrem Imamoglu: %52.1

Kemal Kiliçdaroglu: %48.7