Erdogan: Em dê 15 hezar mamosteyên din tayîn bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê li ser hesaba xwe ya ragihand ku dê li Tirkiyê 15 hezar mamosteyên din bên tayînkirin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan îro 8ê Îlonê derbarê tayînkirina mamosteyan de li ser hesba xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û got “Ez dixwazim ji vir mizgîniyekê gelek girîng bidim hemû mamosteyan û civaka perwerdehiyê. Em ji bo pêşeroja Tirkiyê li ser avêtina pêgavan berdewam in. Ji bo ku zarokên me perwerdehiyeke baştir bibînin, em dê 15 hezar mamosteyên din bidamezrînin.”
Ev gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan yên derbarê tayînkirina 15 hezar mamosteyan di demekê de ne ku, Erdogan di 26ê Hezîranê de li parêzgeha Hatayê, ligel çendîn mamosteyên ku nehatine tayînkirin civiyabû û di wê civînê de yek ji mamosteyên ku nehatiye tayînkirin jê re gotibû "we soz dabû hûn 80 hezar mamosteyan tayînkirin, em li benda tayînkirina 40 hezar mamosteyan in. Kêmasiya mamosteyan heye."
Li ser vê yekê Erdogan gotibû “Min tiştek wiha negotiye, me 20 hezar mamoste tayîn kiriye û bes in. Kêmasî tine ye û zêdehî heye.”