Suleyman Soylu û Filippo Grandi civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Penaberan Filippo Grandi derbarê mijara penaberan de civiyan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro Çerşembê 8ê Îlona 2021ê li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê ligel Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Penaberan Filippo Grandi û şanda ligel civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên li Efxanistanê, bandora koçê û pêşkêşkirina alîkariya mirovî bo koçber û penaberan hatin gotûbêjkirin. Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Penaberan Filippo Grandi bi serdaneke 5 rojî li Tirkiyê ye û biryar e 17:00ê îro ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê ku îro Çerşemê di malpera wezaretê de hatiye belavkirin, Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Penaberan Filippo Grandi di çarçeoveya serdana xwe de di rojên 07-11ê Îlona 2021ê de ji xeynî Enqerê serdana bajarên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê jî dike û ji nêzîk ve rewşa penaberan dişopîne.

Li Tirkiyê mijara koçber û penaberan yek ji pirsên serekî û germ e. Tirkiye ku nifusa wê nêzîka 84 milyon kes e, mazûvaniya zêdeyî 5 milyon koçber û penaberan dike. 3.7 milyonê wan koçberan Sûrî ne û ji ber şerê navxwe yê li welatê wan ku nêzîka 10 sal e berdewam e hatine Tirkiyê, herwiha 420 hezar koçber jî ji Afxanîstanê hatine.

Hatina bi qeflan a koçberên Efxan bo Tirkiyê piştî vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê ku Talibanê dest danî ser welat, siyasetmedar û xelkê Tirkiyê nîgeran kiriye. Li gor rapirsiyan, ji sedî 85ê xelkê Tirkiyê ji hatina koçberên Efxan nîgeran in.