Fîgen Yuksekdag: Di şevekê de 128 carî êrişî me kirin

Enqere (Rûdaw)- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ragihand ku, tenê di şevekê de 128 êriş çûne ser navendên partiya wan ji aliyê faşistên tirk.

Fîgen Yuksekdag di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Girûpên faşist bi alîkariya hêzên ewlehiyê û polîsan tenê di şevekê de 128 êriş li dijî avahî û navendên HDPê pêk anîne.”

Yuksekdag da zanîn ku, êriş ne tenê çûn ser navendên wan, lê belê ji ber kurdbûna wan, çendîn welatî jî rastî êrişan hatine.

Hevseroka HDPê wiha got: “Duhî, ji ber ku karmendek bi telefonê bi kurdî diaxivî, hatiye kuştin. Herwiha çendîn otopas û otomobîlên rastî êrişan hatine, ew jî piştî ku ji xwediyê wan pirsîne, hûn kurd in?.”

Fîgen Yuksekdag wiha domand: “Serokomar û Giladyo berpirsê van bûyeran in. Ew di hilbijartinên 7ê Hezîranê de hatin şikestin, dixwazin di hilbijartina bê de xwe bikin desthilatdar, ew berpirsin ji kişandina Tirkiyê ber bi şerê navxwe. Dixwazin kurd û tirk şerê hev bikin. “

Yuksekdag ragihand: “Ev 4 roj in ku Cizîra Botan rastî operasyonekê bi çekên giran tê, ku sivîl û û malên welatiyan dibin armanc. Heta niha termê keşeke 10 salî li kolanê ye, ku kes nikare helbigire.”