Bekaroglu: Divê CHP wek partiyek sosyal demokrat hewl bide

 

Înan GEDİK

Endamê nû yê Meclîsa Partîya CHPê Mehmet Bekaroglu ragihand ku li raya giştî şaşiyêk derbarê nêrinên CHPê yên ser mijara çareseriya pirsgirêken Kurdan çêbûye û got, “Divê CHPê di mijara çareseriya pirsgirêken Kurdan de wek partiyek sosyal demokrat hewl bide û wisa bide xuyandin jî.”

Di kongreya awartê ya 18min a CHPê de yê herî bal kişandî yekê ji wan Prof.Dr Mehmet Bekaroglu bû. Bekarogluyê oldar wek “çepgire misilman” tê zanîn ji Rûdawê re çima CHPê tercîh kiriye, nêzikiya CHPê ya pirsgirêken kurdan û metirsiya Rojhilata Navîn ya DAIŞê nirxand.

Bi temamî hûn ji kevneşopeyek cuda tên. Çima wê CHPê tercîh kir?

Li Tirkiye gel ji hev dur ketiye û ji ber vê yekê jî her roja paştirê mirov hêrs dibe. Siyaseta nasnameyê tê kirin hemû pirsgirêkan paşvê dide. AK Parti jî hemû siyaseta xwe ser nasname dike. Ev rewş min dibizdîne. Divê ev bê xirakirin.

Di vê mijarê de ji ber ku hûn CHPê wek navnîşana çareseriyê dibînin, hûn beşdar bûn?

CHPê di xuyandina wan pirsgirêkan de ji aliyê dîroka xwe ve di rolek girîng de ye. Eger CHPê bibe partiyek sosyal demokrat, wekhevixwaz, azadîxwaz li Tirkiyeyê siyasetê ser nasnamê tê kirin dê jinav rabe. Di vê deme de em ê bikarin rojeva Tirkiyeyê ya rast biaxivîn. Minak; li Somayê 301 karkerê madenê mirin, duh li Stanbolê di asansore de 10 karker mirin. Pirsgirêken esasî yên Tirkiyeyê ev in lê belê siyaseta ser nasnamê tê kirin wan pirsgirêka dinixemi û em jî behsê nakin.

Ez bawer dikim Serokê Giştî Kiliçdaroglu ji bo wan pirsgirêkan hewl dide. Ji bo CHPê dê bibe partiyek sosyal demokrat dixebite. Tiştên ku bê kirin gelek in. Ji bo min biryareke radîkale çimkî ez ji siyasetek koka wê cuda têm. Divê siyaseta şaş ya çepgir û rastgir jinav rabi.

Di komcivîne de yên herî hati nîqaşkirin yekê ji wan tu bi. Kilicdaroglu bi fikara hûn ji aliyê delegeyan ve nayê hilbijartin hûn xistin nav namzedên komiteya zanistî û ji wê derê ji hûn kirin endamê Meclîsa Partiye. Gelo delegeyên CHPê we naxwazin?

Di nav partiyê de ji xeyni min jî hesabên  wan hebû. Serokê Giştî Kiliçdaroglu partiya nêzikê rastgiriye dike tê sûcdarkirin. Di vê çarçove de ez jî qaşo ji koka rastgiriyê têm hatim danenasîn. Beşdarbûna min a Meclîsa Partiyê fikra Serokê Giştî yê CHPê bû. Min jî dixwest ez wek namzedên din beşdarê hilbijartinê bibim. Ez bawer nakim delegeyên CHPê biçavek cuda li min binêrin. Heta îro min reaksiyonek wek “çima tu hati” nestandiye.

Pêvajoyek ji bo çareserkirna pirsgirêken kurdan hati dest pê kirin heye. Bawerikek wisa heye; CHPê ji pirsgirêken kurdan û ji pêvajoya çareseriyê dur e. Li gor wê wisaye? Divê CHPê çi bike?

Di raya gelemperî de hizrek wisa heye. Kiliçdaroglu ji bo şikandina vê hewl dide. Divê CHPê wek partiyeke sosyal demokrat hewl bide û xwe wisa bide xuyandin.

Hûn wek yekê tevgerên îslamî ji nêzik ve dişopînin DAIŞê çawa nirxînin?

Şerê DAIŞê li herême şerekê wek wekalet ê dawiye. Bi tenê ne li Herêma Kurdistanê li tevahiya herême û li Tirkiyeyê jî metirsiyeke. Di encama çend şaşiyên polîtîka de DAIŞê gihaye vê astê. Ez bawer nakim demekê direj DAIŞê cih bigire. Çimkî li herêmê nimandinê wê nine.

Mehmet Bekaroglu / Portre

Mehmet Bekaroglu li Rize ji dayikbûye. Zaningeha Enqere ya Beşa Tipê xilas kiriye. Di Partiya Refah (RP) de bûye parlamenter.

Di Encûmana Lêkolînên Mafên Mirovan de cih girtiye.

Piştî Partiya Refahê hate girtin bû endamê Partiya Fazîletê (FP), piştî ku FPê ji hati girtin bû endamê Partiya Seadetê. Paşê jî  tevgera “Misilmanên Çepgir” damezirand. Piştî hevalê wî Ertugrul Gunay beşdarê AK Partiyê bû ev tevger hat dawîkirin.

Niha jî rêvebiriya tevgera “Konferansên Rojhilat” dike û di gelek kovar û rojnameya de gotaran dinivîse.