Erdogan gefa berdewamiya operasyonan xwar

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayîp Erdogan Gefa Operasyonan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê di konferansekê de gefa berdewamiya operasyonên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Dê tola dîplomatê Tirkiyê Osman Kose hilînin” ku di sala 2019an de li Hewlêrê hatibû kuştin.

Erdogan bi balyozan re konferansek li dar xist û di axaftina xwe ragihand ku "heta ku dawiyê li PKKyê bînin" ew dê li Îraqê "operasyonan" bikin.

Erdogan herwiha behsa kuştina dîplomatekî Tirkiyeyê yê bi navê Osman Kose jî kir ku di sala 2019an de li Hewlêrê hatibû kuştin.

5ê Tîrmehê Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê ragihand ku Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) di êrişeke li Silêmaniyê de kesekî bi navê Celal Kaya kiriye armanc.

Bi gotina wan, ew berpirsê Îstixbarata PKKyê yê Îraqê bûye û êrişa kuştina Osman Kose ji aliyê wî ve hatiye plankirin.

Osman Kose karmendê Konsulxaneya Tirkiyeyê bû û 17ê Temûza 2019an li restoranta Huqqabazê ya li Hewlêrê di êrişeke çekdarî de tevî 2 welatiyên Herêma Kurdistanê hatibû kuştin.

Erdogan li ser rewşa Sûriyeyê û koçberên li Tirkiyeyê diyar kir ku eger rewşa Sûriye û Îraqê aram be dê koçber jî bi lez bi daxwaza xwe bên  vegerandin.

Serokkomarê Tirkiyê avakirina projeyên yekeyên niştecihbûnê yên Tirkiyeyê wekî "gaveke girîng" bi nav kir ku qaşo Enqere wan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo koçberan ava dike.

“Ewlehiya sînorên me yên başûr misoger e”

Recep Tayyîp Erdogan li ser operasyonên li Sûriye, Îraq, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî got:

“Operasyonên me yên li Bakurê Sûriyeyê ji bilî ku ewlehiya sînorên me yên başûr misoger kiriye, xeyala çêkirina dewleta terorî jî ji nav biriye.”

Tirkiye ji sala 2016an ve heta niha 3 caran bi rêya operasyonan û bi hinceta "parastina sînoran" çûye nav axa Rojavayê Kurdistanê.

Tirkiyeyê, sala 2016an dest bi êrişa bi navê "Mertala Firatê" kir navçeyên El Bab, Raî û Ezazê yên Helebê dagir kirin. 

Herwiha 20ê Kanûna Paşîn a 2018an êrişî Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir û bi piştgiriya 25 grûpên çekdar Efrîn dagir kir.

Artêşa Tirkiyeyê, 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an jî êrişî Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê kir û ew der jî dagir kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst