Gultan Kişanak dê beşdarî şîna xwişka xwe bibe

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Gultan Kişanak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgehê destûr da ku Hevseroka berê ya Şaredariya Amedê Gultan Kişanak beşdarî cenazeyê xwişka xwe Zeynep Ozerê bibe.

Zeynep Ozera xwişka Gultan Kişanakê ev demek e ku ji ber nexweşiya gurçikan çareseriya bijîşkî didît.

Ozerê li Nexweşxaneya Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.

Parêzeran ji bo ku Gultan Kişanak beşdarî merasîma veşartina cenazeyê xwişka xwe bibe serî li dadgehê da.

Serokê berê yê Baroya Amedê û parêzer Cîhan Aydin ji malpera nûçeyan a Arti Gerçekê re axivî û ragihand ku Kişanak dê sibe li gundê Sunê yê Xarpetê beşdarî merasîma veşartina cenazeyê xwişka xwe bibe.

Siyasetmedar û Hevseroka berê Ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak 30ê Çiriya Pêşîn a 2016an bi hinceta endamtiya PKKyê hatibû girtin.

Kişanak ji wê demê ve di Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê de ye.

7ê Tebaxa 2021ê jî bavê Kişanakê koça dawî kiribû û wê demê jî beşdarî merasîma veşartina cenazeyê bavê xwe bûbû.

Gultan Kişanakê piştî koça bavê xwe, birayê xwe Cumalî Ozer jî ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst