Li Stenbolê kemîn: Bi keleşnîkofan 2 kes hatin kuştin

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Şakîr Zan Abdulmelîk Ateş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê bi keleşnîkofan kemîn li ber motorsikletekê hat danîn û 2 kesên li ser motorsikletê hatin kuştin.

Bûyer derengiya şeva duşemê li navçeya Sariyerê ya Stenbolê çêbû.

Li gor zanyariyan welatiyên bi navê Şakîr Zana û Abdulmelîk Ateş, dema li Maslak Bahçekoyê bi motorsîkletê di rê de diçûn, kemîn li ber wan hatiye danîn.

Dema nêzîkî cihê kemînê dibin kesên nasnameya wan nediyar bi keleşnîkofan guleyan li Şakîr Zana û Abdulmelîk Ateş direşînin.

Welatiyên derdorê piştî bûyerê, Zana û Ateş bi mînîbusekê birin nexweşxaneyeke taybet.

Li nexweşxaneyê diyar bû ku Zana û Ateş canê xwe ji dest daye.

Êrîşkar piştî bûyerê reviyan. Hêzên ewlekariyê lêkolîn da destpêkirin û 2 kes wekî gumanbarên êrîşê hatin destserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, êrîşên bi çekan û bi kêran zêde bûne.

Li gorî rapora Weqfa Umutê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 7 mehên îsal de hezar û 938 êrîşên çekdarî pêk hatine û hezar û 200 kes hatine kuştin. Li herêmên cendirmeyan jî bûyerên asayîşê ji sedî 10 zêde bûne.

Herwiha, li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê di nav salekê de 280 hezar ruxsetên çekan hatine dayîn.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî da zanîn ku sala 2022an 69 hezar û 892 kes ji ber bikaranîna çek û kêran hatine darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst